​​​​​​​Jinên Efrînê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel meşiyan

Bi pêşengiya Kongra Star bi hezaran jinên Efrînê li dijî qetilkirina endama Lêkolînên Jineolojiya û editor Kovara Jineolojî akademîsyen Nagîhan Akarsel meşiyan û xwestin ku hesab ji qatil were xwestin.

​​​​​​​Jinên Efrînê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel meşiyan
​​​​​​​Jinên Efrînê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel meşiyan
​​​​​​​Jinên Efrînê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel meşiyan
​​​​​​​Jinên Efrînê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel meşiyan
​​​​​​​Jinên Efrînê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel meşiyan
​​​​​​​Jinên Efrînê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel meşiyan
​​​​​​​Jinên Efrînê li dijî qetilkirina Nagîhan Akarsel meşiyan
6 cotmeh, 2022   16:50
ŞEHBA

Bi hezaran jinên herêma Efrînê li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn û wêneyên şehîd Nagîhan Akarsel, Jîna Emînî, Zeyneb Saroxan û pankartên ʹʹJin, Jiyan, Azadîʹʹ û ʹʹBimire xiyanetʹʹ rakirin.

Xwepêşandêr heta parka navçeya meşiyan. Li parkê, endama Navenda Lêkolînên Jinelojiyê ya herêma Efrînê Zehriyan Hisên axivî û got: “Aliyên kapîtalîst hewl didin jinan tune bikin bi taybet jinên zane yên ku girtin di bin navê namûsê de qebûl nakin. Ji ber wê hewl didin wê tesfiye bikin. di nav wan jinên ku bûn qurbana siyasetên wan ên kirêt, şehîd Nagîhan Akarsel e ku jiyana xwe di oxira lêgerîna azadiya jinan û perwerdekirina wê de borand. Nagîhan çek ranekiribû lê belê fikrê wê çeka wê bû ku ew aliyên kirêt tirsand.”

Zehriyan Hisên wiha domand: “Vîna me naşikîne, ji ber ku me fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan ji azadiya xwe re kiriye bingeh, em gavek paşde navêjin. Ew kiryarên hovane wê bandor li berxwedana me û armanca me neke. Em ê her gavan pêş de bavêjin.”

Zehriyan Hisên bang li aliyên têkildarî kir di nav de hikumeta Başûrê Kurdistanê ku kujeran radestî dadgehan bikin da ku hesabê sûcê xwe bidin.

Endama Kongra Star a herêma Efrînê Gulê Mihemed sûcê qetilkirina şehîd Nagîhan Akarsel şermezar kir û teqez kir ku ew ê şopdarên rêya wê bin.

 Di dawiyê de xwepêşandêran berxwedana jinan silav kir.

(şx)

ANHA