​​​​​​​Şehîd Koçero Batman hate oxirkirin û merasîma xiyabî ji bo şehîd Idnan Hemo hate lidarxistin

Gelê herêma Firatê îro bi merasîmeke biheybet cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel Koçero Batman li goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê spart axê. Her wiha ji bo şehîd Idnan Hemo jî merasîma xiyabî hat lidarxistin.

​​​​​​​Şehîd Koçero Batman hate oxirkirin û merasîma xiyabî ji bo şehîd Idnan Hemo hate lidarxistin
​​​​​​​Şehîd Koçero Batman hate oxirkirin û merasîma xiyabî ji bo şehîd Idnan Hemo hate lidarxistin
​​​​​​​Şehîd Koçero Batman hate oxirkirin û merasîma xiyabî ji bo şehîd Idnan Hemo hate lidarxistin
​​​​​​​Şehîd Koçero Batman hate oxirkirin û merasîma xiyabî ji bo şehîd Idnan Hemo hate lidarxistin
​​​​​​​Şehîd Koçero Batman hate oxirkirin û merasîma xiyabî ji bo şehîd Idnan Hemo hate lidarxistin
6 cotmeh, 2022   13:45
KOBANÊ

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl û kesayetên ji partiyên siyasî, beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Hesen Demîrtaş bi nasnav Koçero Batman ê ji pêşengên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn. Şehîd Koçero Batman berî çend rojan li bajarê Kobanê ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirk ve hate hedefgirtin.

Her wiha ji bo şehîd Idnan Hemo bi nasnav Zinarê Reş ku di 22’yê Îlonê de li çiyayên Kurdistanê di dema bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Şoreş Hesen wiha axivî: "Di vê rojê de şehîd Arîn Mîrkan bi şehadeta xwe qehremanî nivîsî. Ji wê rojê ve dewleta Tirk a dagirker bi her awayî gelê herêmê dike hedef."

Şoreş Hesen hişyarî da her kesê ku hewl dide ewlekarî û aramiya herêmê têk bibe û wiha got: "Divê dewleta dagirker baş bizane ku çi bike bila bike, îradeya me têk naçe.”

Şoreş Hesen wiha lê zêde kir: "Divê gelê herêmê li dijî dewleta Tirk a dagirker têkoşîna xwe mezin bike, ji ber ku em negihîştine dawiya rê û em hîn di destpêka wê de ne."

Şoreş Hesen her wiha got: "Em rê, fikir û felsefeya rêber Ocalan dişopînin. Ew felsefeya ku em hîn kirine ku jiyan têkoşîn û gelekî sebir dixwaze. Gelê me jî xwediyê van taybetmendiyan e, ji bo wê em ê bi ser bikevin."

'KILÎTÊN AZADIYA ME LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ NE'

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Eyşe Efendî jî wiha axivî: "Şehîdên me îro destanên şerekî ku li ser vê xakê qewimî û bajarê ku berxwedana xwe kir berxwedana serdemê û hemû planên dewleta Tirk a dagirker pûç kirin, tînin bîra me."

Eyşe Efendî bang li gelê herêmê kir ku berê têkoşîna xwe bide Îmraliyê û wiha pê de çû: "Kilîta azadiya me li wir e, li cihê ku rêber Ocalan lê ye. Ew tenê bi fikir û felsefeya xwe ya ku rêya azadiyê nîşanî me da, dikare dijminan têk bibe."

Eyşe Efendî hişyarî da xiyanetkaran û wiha got: "Hûnê yek bi yek bikevin û hûnê têk biçin, ji ber ku em hîna li ser tasfiyekirina we ne. Em îro soza xwe ya bi şehîdên xwe re nû dikin ku em li ser şopa wan in û berxwedan jiyan e.

Merasîma oxirkirinê bi radestkirina wesîqeya şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê ve ji bo malbatên şehîdan bi dawî bû. Piştre cenazeyê şehîd li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê hate veşartin.

(hs)

ANHA