Jinên Ereb, Kurd û Ermen: Divê sûcê qetilkirina Nagîhan Akarsel were eşkerekirin

Jinên Ereb, Kurd û Ermen sûcê qetilkirina akademîsyen Nahîgan Akarsel şermezar kir û got "Em ê li hember dagirkeriyê têkoşînê bilind bikin." Her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe li ser van sûcan nîşan bide.

Jinên Ereb, Kurd û Ermen: Divê sûcê qetilkirina Nagîhan Akarsel were eşkerekirin
Jinên Ereb, Kurd û Ermen: Divê sûcê qetilkirina Nagîhan Akarsel were eşkerekirin
Jinên Ereb, Kurd û Ermen: Divê sûcê qetilkirina Nagîhan Akarsel were eşkerekirin
Jinên Ereb, Kurd û Ermen: Divê sûcê qetilkirina Nagîhan Akarsel were eşkerekirin
6 cotmeh, 2022   13:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibeha sêşemê (4’ê Cotmehê) li dijî çalakger û akademîsyen Nagîhan Akarsel li pêş mala wê ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê êrişeke çekdarî pêk hat û di encamê de şehîd bû.

Hemwextî êrişa li ser Nagîhan Akarsel, serokê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan li Hewlêrê bû. Êdî ev yek eşkere bûye, beriya her êrişeke li dijî fermandar û pêşengên Kurdan li Başûrê Kurdistanê serdan û hevdîtinên PDK’ê û MÎT’a Tirk çêdibin. Van serdanan jî di nava aliyên Kurd de hêrseke mezin çêkir.

Têkildarî mijarê rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên şermezarkirinê yên tund dan û tê de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku hûrgiliyên sûcên qetilkirinê eşkere bike û diyar kir kr ger sûcên qetilkirinê neyên eşkerekirin, dê hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember şoreşa jinan be.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wMz09wSEw9A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li Tebqayê Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê daxuyaniyek da. Endama rêveber a navendê Mariya El Meter daxuyanî bi beşdariya gelek jinan û endamên saziyên leşkerî û sivîl xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku endama Akademiya Jineolojiyê û endama desteya edîtoriya kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di encama êrişeke çekdarî de li Silêmaniyê hate şehîdxistin û hate gotin: "Em vî sûcê siyasî ku ji sûcên qetilkirina siyasî yên ku faşîst û hêzên hegemon li dijî hemû jinên berxwedêr û têkoşîna li cîhanê pêk tîne bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê hate kirin ku kesên ev sûc kirin di demeke lez de bigirin. Ger mîna van sûcên qetilkirinê nehatin eşkerekirin, dê hevkariya hikumeta Başûrê Kurdistanê bikeve ber pêla şoreşa jinan.

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nfWa1-j0kII" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Têkildarî mijarê, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan bi daxuyaniyekê êrişên qirkirinê yên li dijî jinan li cîhanê şermezar kirin. Endama rêxistinê Reşa Derwîş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya Rêxistina Sara de wiha hate gotin: "Di demekê de em qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin, dewleta Tirk a faşîst, a xwedê zihniyeta desthilat û baviksalarî û dijminê azadiyê jinên banga azadiyê dikin ku serkeftin li çar parçeyên Kurdistanê pêk anîne, hedef digire."

Rêxistina Sara di daxuyaniya xwe de diyar kir ku rejma melalî û rejîma şovenîst sûcên pêk tînin, van têkoşer û çalakgeran hedef digirin. Îro jî têkoşer, endama Akademiya Jineolojiyê li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel sûîqast kir.

Rêxistinê bang li hemû jinên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, gelê Kurd ê li Ewropa û tevahî partiyên Kurd kir ku yekitiya xwe xurt bikin û helwesteke tund li dijî van êrişên li dijî jinên Kurd ên ku banga azadî û mafên xwe dikin, nîşan bidin. Her wiha divê civata navneteweyî hikumeta Tirkiyê û Îranê li ser van sûcan hesab bike û êrişên dewleta Tirk ên li ser tevahî Kurdistanê bi dawî bike.

HESEKÊ

Endamên Meclisa Civakî ya Ermen li pêş avahiya meclisê kom bûn û daxuyaniyek da. Endama Nivîsgeha Yekitiya Jinên Ermen a meclisê Noşîk Qesîban daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên ku dewletên xwedî zihniyeta baviksalarî û dewletên dîktator, di serî de dewleta Tirk a dagirker û Îran li dijî jinan pêk tînin hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de sûcên li dijî jinên ku li hember zulmê li ber xwe dane û banga azadî û serxwebûnê kirine hatin şermezarkirin û hate gotin ku divê sûcdarên sûcan li dijî jinan dikin werin darizandin. Herî dawî jî li dijî çalakger û aktevîst Nagîhan Akarsel êrişeke çekdarî li Silêmaniyê pêk hat û di encamê de şehîd bû.

EYN ÎSA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3zwi2jal4iU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Der barê mijarê de, Meclisa Jinan a Girê Spî sûcê sûîqastkirina çalakger Nagîhan Akarsel bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endama rêveber a meclisê Welat Sencar daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em sûcê qetilkirina çalakger Nagîhan Akarsel ku ji bo doza jinan tê koşiya şermezar dikin. Di rêwîtiya xwe de lê azadiya xwe ya li hember adatên paşverû digeriya."

Meclisê di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: "Çarenûsa ger û rêwîstiya şehîd Nagîhan Akarsel aştiyane bû, lê fikrên paşverû û qirkerên dengê azadiya jinê careke din jinên şoreşger û têkoşer ên ji bo doza jinan sûîqast kirin. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê sûcdaran ceza bike."

Meclisê di dawiyê de bang li tevahî jinan kir ku li hember siyasetên asîmîle û qirkirinê ku dewletên faşîst da ku şoreşa jinê têk bibin, serî hildin û ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe hevgirtî bin."

(fr)

 ANHA