Hîlala Zêrîn a Efrînê ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek çêkir

Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê ji bo bîranîna Jîna Emînî û piştgiriya serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê stranek bi navê ‘Jîna’ çêkir û klîba wê jî hate weşandin.

Hîlala Zêrîn a Efrînê ji bo bîranîna Jîna Emînî stranek çêkir
6 cotmeh, 2022   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Hêwa ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Herêma Efrînê ji bo piştgiriya serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê stranek çêkir. Stran bi navê ‘Jîna’ ye û gotin û awaza wê ji aliyê Koma Amara ve hatine çêkirin.

Endamên komê destnîşan kir ku armanca wan ji vê stranê ew e ku wek jinên efrînî hestên xwe li hember êrişa li ser Jîna Emînî diyar bikin û balê bikişînin ser berxwedana jinan.

Lînkê stranê ev e: https://www.youtube.com/watch?v=lAXs0jVdCxA

ANHA