​​​​​​​Silêman Cefer: Divê hikumeta Şamê li hember destdirêjiyên Tirkiyê xwedî helwestek tund be

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cefer bêdengiya hikumeta Şamê û Rûsyayê li hember bombebarankirina kantona Şehbayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li hikumeta Şamê kir ku li hember destdirêjiyên dewleta Tirk ên domdar li dijî axa Sûriyê, xwedî helwestên pratîk be.

​​​​​​​Silêman Cefer: Divê hikumeta Şamê li hember destdirêjiyên Tirkiyê xwedî helwestek tund be
6 cotmeh, 2022   03:15
​​​​​​​ŞEHBA- CÛDÎ SÎPAN

Ji dema ku kantona Efrînê ji beriya nêzî 5 salan ve hatî dagirkirin, cara yekê artêşa Tirk a dagirker di 10 rojan de gundên kantona Şehbayê du caran bi balafirên şer bombebaran kir, di encamê de zirarên madî gihîştin milkên welatiyan.

Di 22`yê Îlonê de, balafireke şer a dagirkeriya Tirk 4 êrişên hewayî li dijî gundê Merenaz ê girêdayî bajarê Til Rifetê pêk anîn. Di 2`yê Cotmehê de jî gundê Bêlûniyê yê girêdayî kantona Şehbayê gelek caran bombebaran kir.

Li aliyekî din jî, dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina kesayetên welatparêz û welatiyên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya balafirên bêmirov berdewam dike. Ev yek ligel bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û hêzên Rûsya û Amerîkayê yên li herêmê garantor in, pêk tê.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku bi rêya avakirina qaşo "herêma ewle" bi kûrahiya 32 kîlometreyan ji Efrînê heta bi Xakurkê yê Başûrê Kurdistanê, Mîsaqî Millî pêk bîne.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Efrînê Silêman Cefer ji ajansa me re têkildarî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên dawî û hêzên garantor li herêmê axivî.

Cefer îşaret bi lihevkirinên di navbera Rûsya û dewleta Tirk de kir û wiha got: "Di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de lihevkirinên nû çêdibin, encamên wan jî qada hewayî li pêş balafirên şer ên dewleta Tirk hate vekirin û gundên kantona Şehbayê hatin hedefgirtin. Li aliyekî din jî Rûsya herêmên bakur û rojavayê Idlibê yên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê yekem car ji çend salan ve hedef girtin."

Cefer da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê werdigire, da ku berjewendiyên xwe li giştî herêmê pêk bîne û wiha domand: "Rûsya jî hewl dide sûdê ji nakokiyên hundirîn ên NATO’yê wergire û dewleta Tirk ber xwe bikişîne. Li ser hesabê gelan siyasetên hevbeş li herêmê tên meşandin."

DEWLETA TIRK TOLA DAIŞ’Ê HILTÎNE

Li ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Silêman Cefer diyar kir ku piştî çeteyên DAIŞ’ê di êrişên li ser kampa Holê de bi bin ketin, dewleta Tirk a dagirker hewl dide tola DAIŞ’ê hilîne. Her wiha QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirînê hemleyên serdegirtina DAIŞ’ê ragihandin.

Cefer destnîşan kir ku desthilata Tirkiyê hewl dide civata navneteweyî bi kar bîne û îdia dike ku ew şerê çeteyên DAIŞ’ê li herêmê dike, lê di rastiyê de li xaka xwe ruxsetê dide wan çeteyan û dihêle li bajarên Tirkiyê bi kêfa xwe bigerin, her wiha li ser xaka xwe wan fînanse û perwerde dike. Ev hemû bi belge hene.

DIVÊ HIKUMETA ŞAMÊ TÊBIGIHÊJE XETERIYA SIYASETA DEWLETA TIRK LI SÛRIYÊ

Li ser nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de Silêman Cefer ev tişt gotin: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide împratoriya Osmanî ya têkçûyî zindî bike ku Mîsaqî Millî ji derya aliyê rojava heta bi Mosilê heta bi rojhilat pêk bîne. Divê hikumeta Şamê xeteriya vê yekê baş bizane."

Cefer bêdengiya hikumeta Şamê û çavgirtina li hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk, bi taybet li herêmên Şehbayê şermezar kir û bang lê kir ku helwesteke cidî nîşan bide ku artêşa Tirk a dagirker ji xaka Sûriyê derxe û wiha dawî li gotina xwe anî: "Wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El Miqdad bang kir ku hêzên dewleta Tirk ji Sûriyê derkevin. Lê ev daxuyanî pir şermok bûn û tu bandor nekirin."

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di du mehên derbasbûyî de nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Kobanê du caran bombebaran kiribûn, di encamê de bi dehan endamên wê hatin kuştin û birîndar bûn.

(fr)

ANHA