Israr û afirînerî dê encama li Îranê diyar bikin - Şiyar Koçgirî

Israr û afirînerî dê encama li Îranê diyar bikin - Şiyar Koçgirî
6 cotmeh, 2022   00:25

Li ser qetilkirjna jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê serhildanan dest pê kir û pêl bi pêl berbelav bûn. Ev serhildan piştî serhildanên ku rejîma şah têk bir, serhildanên herî berfireh û domdar in. Di roja xwe ya 18’an de, tevî ku zêdetirî 240 hati kuştin û zêdetirî hezar birîndaran jî li 156 bajaran xwepêşandan dewam dikin. Sîstema Îranê ya yekperest û mezhebperest diheje.

Gelê Belûç dibêje "Jînaya Kurdistanê di dilê Belûçistanê de ye."

Azerî dirûşma "Azerbaycan li ser pêyan e, li kêleka Kurdistan e" berz dikin.

Gelê Faris bi dirûşma “Jîna Emînî xwişka me hemûyan e” radibe ser pêyan û bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” hemû gel tevî hemû hewldanên pergala yekperest jî ji bo ku wan biçewisînin, kuçe û qadan naterikînin ku daxwaza azadiya jinan, biratiya gelan û demokrasiyê dikin. Sîstema yekperest-mezhebperest ku ne tenê li dijî civaka Îranê ye, li derve jî li Iraq, Sûriye, Lubnan, Filistîn, Efganistan û Yemenê şer dike û çavkaniyên leşkerî-malî ji wan re vediguhêze, nikare serhildana gel rawestîne.

Bê guman çirûska serhildanan bi kuştina Jîna Emînî pê ket û daxwazên rewa û demokratîk ên civaka Îranê û gelan kir ku agir geş bibe.

Li aliyê din, desteka navneteweyî ji bo xwepêşandanên bi pêşengiya jinan gav bi gav zêde dibe û pêleke azadiyê bilind dike ku ne tenê li Îranê, li cîhanê jî jin reng didinê.

Rabûna li ber dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' ya bi pêşengiya jinan, ev çalakiyên bi pêşengiya jinan tên lidarxistin, bi tenê bi protestokirina rejîma Îranê sînordar nîn e, berxwedaneke azadîparêz û demokratîk a jinan a gerdûnî, li dijî çanda serdest a mêrsalar û sîstema serdestiya netewedewletê geş dibe. Jixwe ev pêla domdar wek pêleke global û ya jinan ku ne tenê pergala netewedewlet a yekmezhebî ya li Îranê, di heman demê de sîstema modernîst a kapîtalîst a mêrsalar jî dide ber lêpirsînê û red dike û yek ji gavên herî xurt ên hêzên şaristaniya demokratîk e.

Aşkera ye ku dewleta Îranê ji vê pêla serhildan ku ji awayê bersivdayîna çalakiyan xuya dibe, Kurdan û jinan berpirsyar dibîne. Dewleta Îranê di serî de jin û Kurdan dike hedef. Bi sûcdarkirin û hedefgirtina gelê Kurd a bi şîdetê, rastiya xwe ya înkarker a ji rastiya Kurd re careke din derdixe holê. Ev bi helwesta wê ya li hemberî rastiya jinan re heman e. Êrişên li dijî Kurdan li derveyî sînorên Rojhilatê Kurdistanê heta Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê belav bûne. Ev yek dê bigihêje êrişkariya dewleta Tirk û bêhtir sîstematîk û koordînekirî bibe.

Pirsgirêka Kurd pirsgirêka bingehîn a Rojhilata Navîn û pirsgirêka jinan jî pirsgirêka bingehîn a cîhanê ye. Tu hêz nikarin bi tunehesibandin, înkarkirin û hewldana tepisandina van dînamîkan, hebûna xwe bidomînin. Kî van her du rastiyan nebîne û hewl bide wan bi şîdetê bifetisîne, xwe dixe rêyeke mirinê. Dewleta Îranê dê di demeke nêz de bibîne ku bi dubarekirina şaşiyên dewleta Tirk şaşiyeke çi qas mezin dike.

Ji ber ku dewleta Îranê rastiya jinan paşguh dike û her wiha daxwazên herî rewa û mafdar ên gelan jî red dike ku ew civaka Îranê pêk tînin û hewl dide bi şîdetê bifetisîne. Wekî li dijî jinan, dixwaze hemû gelên Îranê bi nêzîkatiya yekperest û despotîk a zîhniyeta mêrserwer serî pê bide tewandin. Mîna hemû rejîmên faşîzan û despot, van çalakiyên mafdar û rewa yên gel jî wek lîstikeke hêzên derve pênase dike.

Tevî bi hezaran birîndar û bi sedan mirovên di roja 18’an de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin jî, li hemû herêmên Îranê çalakî bê navber dewam dikin. Tu bandoreke hêzên derve nikare vê yekê bike. Wekî hemû rejîmên ku xwe diavêjin ber bextê vê gotinê, rewabûna rejîma Îranê jî nemaye. Ji ber vê yekê, tişta bê kirin ew e ku bê şert û merc destekê bidin van çalakiyên pîroz ên jinan û civaka Îranê. Dewleta Îranê yan dê li hemberî van daxwazan gavên cidî biavêje yan jî dê bihele û bikeve nav sergoya dîrokê. Bi rêbazên diyalog, muzakere û lihevkirinê, dikare pêşî li êşên mezintir bê girtin. Gelo mêjiyê dewleta Îranê dikare vê hişmendiyê nîşan bide? Israr û afirîneriya jinan û gelên Îranê yên azadî û demokrasiyê dixwazin, dê vê yekê diyar bike.