​​​​​​​Ji Zîlan heta Rûken û Sarayan: Xeta fedayetiyê li dijî zihniyeta faşîst berdewam e

Jinên Kurd li dijî zihniyeta dagirker û şovenîst, bi redkirina jiyaneke bêwate li ser xakeke di bin dagirkeriyê de, xwedî feraseteke kûr a têkoşîna ber bi azadiyê ve ne. Gelekan ji wan bedena xwe kirine çavkaniya azadiyê. Jinên ji Rojava dibêjin ku şehîdên fedaî yên mîna Zîlan, Arîn, Rûken û Sara wê bibin kilîta azadiya gelê Kurdistanê.

​​​​​​​Ji Zîlan heta Rûken û Sarayan: Xeta fedayetiyê li dijî zihniyeta faşîst berdewam e
6 cotmeh, 2022   00:47
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Li lutkeyên çiyayên Kurdistanê û li qadên şerê azadiyê û têkoşînê, jinên Kurd destanên lehengiyê yên berxwedan û fedayetiyê nivîsandin. Vê jî di şexsê jina ku rastî zext û qirkirina dîrokî hatibû de, hevsengiya jiyanê guherand. Wan li hemberî zihniyeta dagirkerî û şovenîst, bi çalakiyên xwe yên fedaî ji nû ve dest bi nivîsandina dîroka xwe kir.

Dîroka tekoşîna jinên Kurd ku piştî damezrandina Komeleya Tealî ya Jinên Kurd di sala 1919’an de û Komeleyên Demokratîk û Şoreşger ên Jinan di 1970’an de hate nivîsandin, ji bo jinên Kurd, xaka Kurdistanê veguherand qadeke derketina dirûşmeya pêkanîna rizgariya jinan li cîhanê.

Di dirêjahiya dîrokê de, li Kurdistanê ji aliyê jinên Kurd ve destanên fedaî yên mezin çêbûne. Ji Besê bigire ya ku di 1927’an de tev li Serhildana Akrê dibe û ji bo ku nekeve destê dijmin çalakiyeke fedaî pêk tîne û xwe davêje newalê, heya bi çalakiya fedaî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kınacı) ya sala 1996’an û heya em bigihêjin çalakiya Rûken û Sara ya sala 2022'yan.

HEVSENGIYA JIYANÊ GUHERANDIN

Ev dîroka tijî fedekarî bandoreke mezin li hemû jinan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Têkildarî mijarê, yek ji rêveberên Komîteya Edaletê ya Kongra Star a kantona Qamişlo Henîfe Mihemed nerîna xwe wiha anî ziman: "Tevî tiştê ku beriya 5 hezar sal ji aliyê  zihniyeta baviksalar ve li ser jinan hatiye ferzkirin û eger hin caran ji ber zext û çewisandina ku li ser wan hatiye kirin, serî li ber vê zihniyetê tewandibin jî, lê wan dest ji prensîb û rastiya xwe berneda. Bi derketina fikrê rêber Ocalan û naskirina wê ya ji nêz bi fikr û felsefeya wî re û pêşniyara wî ya teoriya rizgariya jinan, ruhê berxwedanê ji nû ve di jinan de şîn bû. Êdî dikarîbû dîwarê tirsê bişkîne û bibe pêşenga şoreşa azadiyê, ji şehîd Sakîne Cansiz bigirin heta şehîd Zîlan, Viyan û Bêrîtanan."  

Şehîd Zîlan (Zeyneb Kınacı) di 30’ê Hezîrana 1996’an de li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê li navendeke artêşa dagirker û di dema merasîma bilindkirina alê de, çalakiya fedaî pêk anî ku tirs û xof di dilê artêşa dewleta Tirk a dagirker de çand û veguherî çavkaniya azadî û lehengiyê. Ev çalakiya wê bersivek bû li dijî hewldana sûîqastê ya ku di 6’ê Gulana heman salê de li Şamê ji aliyê MÎT`a Tirk ve li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatibû.

Henîfe Mihemed tekez kir ku çalakiyên fedaî yên jinên Kurd ên li dijî zihniyeta dagirkerî û faşîzmê bandor li hemû jinên Kurdistan û cîhanê kiriye û wiha lê zêde kir: "Di şexsê şehîd Bêrîtan de ku xwe ji çiyayên azadiyê avêtibû û teslîmî xayinan nebû, her wiha şehîd Viyan a ku li hemberî komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan sekinî û heya Arîn Mîrkan a ku hevsengiya şoreşê û nêrîna cîhanê ya li hemberî gelê Rojava guherand, hemû jinan li hemberî polîtîkayên çewisandinê îradeya xwe îspat kir."

'DÊ BI HEZARAN ARÎN, JÎNA Û RÛKEN JI DAYÎK BIBIN'

Berxwedana jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê rêyeke nû ber bi azadî û demokrasiyê ve vekir. Bi tayekî pora xwe, agirê şoreşê ji bo hemû gelên bindest pêxistin.

Henîfe wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ciwana Kurd Jîna Emînî jî di heman demê de bû kilîta azadiya hemû jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê. Her wiha bû kilîta şoreşa jinan li Rojhilat. Şehîd Rûken jî bi çalakiya xwe ya fedaî textê dagirkeriyê hejand û vîna azad a jinên Kurd careke din îspat kir."

Henîfe destnîşan kir ku sedsala 21'emîn wê weke sedsala Şoreşa Jinan bê naskirin û wiha got: "Şoreşa Jinan wê ne tenê li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînordar bimîne. Wê jin bibin kilîta azadiya civak, cîhan û Rojhilata Navîn. Wê bi hezaran Arîn, Jîna û Rûken jidayîk bibin. Ji bo vê jî, wê ew pêşengên azadiya gelê xwe bin."

Henîfe anî ziman ku fedayetî rastiya cewherê jina têkoşer e ku li dijî qirkirina dîrokî ya li ser civaka xwe serî hildaye û wiha lê zêde kir: "Jina Rojava ji jinên yekemîn bû ku li ser şopa fîdayîyan meşiya, heta bi şoreşa 19’ê Tîrmehê jî kir şoreşa azadiya xwe, lewma wê jin dîroka xwe bi destên xwe, bi hêz û îradeya xwe û ji fikirê rêber Ocalan binvîse."

BI ÇALAKIYÊN XWE YÊN FEDAÎ SERKEFTINÊN MEZIN BI DEST XWE VE ANÎN

Endama rêveberiya Kongra Star a kantona Qamişlo Hediye Ebdo jî bal kişand ser tişta ku jin di têkoşîn xwe ya li dijî zihniyeta baviksalarî ya dîktator esas digirin û wiha got: "Jinan ji Zîlan heta Arîn Mîrkan bi çalakiyên xwe yên fedaî li hemberî Erdogan û çeteyên wî serî rakirin û serkeftinên mezin bi dest xistin. Her du şehîd Rûken û Sara ku ji bo azadiya gelê xwe û xaka xwe bûn fedaî, li ser şopa vê fedaîbûnê û vê têkoşînê meşiyan."

Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek çîrokên têkoşîna azadî û jiyana hevbeş derxist holê. Ji wan çîrokan jî çalakiya fedaî ya fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Arîn Mîrkan e ku sala 2014’an di Berxwedana Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anî. Her wiha çalakiya fedaî ya keça çiyayên Efrînê û şervana Yekîneyên Parastina Jin Avesta Xabûr ku teslîmiyet qebûl nekir û di roja 8'an a Berxwedana Serdemê ya 2018’an de, êrişî tankeke artêşa Tirk a dagirker kir û çalakiya xwe ya fedaî pêk anî.

MÎNAKA BERDEWAMKIRINA ŞOREŞA JINÊ

Hadiye Ebdo çalakiya fedaî ya şehîd Sara û Rûken a 26’ê Îlonê li dijî êrişên bi çekên kîmyewî û zextên li girtîgehan, li dijî navenda polîsên artêşa Tirk a dagirker a navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê pêk anîne, silav kir. Hediye Ebdo her wiha got: "Em ê rêya wan bişopînin û di nava şoreşa Rojava de dîroka jinên Kurd a tijî têkoşîna di qadên de leşkerî, siyasî û civakî de vegerînin û xwe ji nû ve îspat bikin."

Hediye Ebdo herî dawiyê wiha got: "Bi tilîliyên xwe serkeftinên mezin bi dest xistin, çeteyên DAIŞ’ê li Rojava têk birin û plan û komployên dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê pûç kirin. Ji bo ku gelê wan di nava ewlehî û azadiyê de bijî, ev jin bûn fedaî. Ji bo azadiya hemû jinan her tişt li pey xwe hiştin, lewma ji bo berdewamkirina şoreşa xwe, em ê li ser şopa berxwedana jinên fedaî bimeşin."

(hs)

ANHA