​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê êrişên dualî yên komên çekdar û hikumeta Şamê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa şerê di navbera komên çete û hêzên hikumeta Şamê li Derayê de, helwesta Misirê li hember muzakereya nû ya di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê de û rewşa Yemenê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Derayê êrişên dualî yên komên çekdar û hikumeta Şamê
5 cotmeh, 2022   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‛LI DERAYÊ KOMÊN ÇEKDAR Û HÊZÊN GIRÊDAYÎ REJÎMÊ PEV KETIN’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El Ewset ev tişt nivîsî: "Di çend saetên borî de li herêmên 'lihevhatinan' yên li parêzgeha Derayê ya başûrê Sûriyê komên herêmî yên çekdar û hêzên ewlehiyê yên rejîma Sûriyê pev ketin, di encamê de agahiyên li ser kuştî, birîndar û binçavkirinan hatin belavkirin.

Duh, sibehê komên çekdar êrişî bendeke kontrolê ya leşkerî ya girêdayî saziya îstixbarata hewayî ya rejîma Sûriyê kir, di encamê de endamekê hêzên rejîmê hate kuştin û hinekî jî birîndar bûn. Ev êriş bersivdana operasyona serdegirtinê ya li bajarokê Misêfirê ku berbanga duşemê pêk hatibû ye. Ev serdegirtin, dewriyeyeke girêdayî komên herêmî yên ji welatiyên herêmê ku bi îstixbarata hewayî re kar dikin û serkêşiya wê fermandarekî Lihevhatinan yê ji herêma rojhilat dike, pêk anî. Di navbera hêzên serdegirtinê, tevî hêzên rejîmê û gelek welatiyên bajarok de yên lihevhatin û koçberiya ber bi bakurê Sûriyê ve qebûl nekirine şer rû da. Êriş li dijî mala rêveberekî berê yê muxalefetê ku lihevhatin û koçberiya ber bi bakur ve red kir û bi navê El Beyomî tê nasîn çêbû.

Hêzên ewlehiyê yên rejîmê doçka, guleyên ARG bi kar anîn û piştre mal girtin û beşek jê wêran kir, her wiha 3 welatî ku endamên berê yên komên muxalif bûn girtin.”

JI BER LÎBYAYÊ, RAGEŞIYA MISIR-TIRKIYÊ NÛ DIBE

Li ser helwesta Misirê ji muzakereya ku di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Lîbyayê de çêbûye, rojnameya El Ereb nivîsand: "Dewleta Tirk nîşaneyên aramiya diyarker di têkiliyên xwe de bi Misirê re ji holê rakir, ew yek piştî muzakreyeke nû li Terablusê bi Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya dembihurî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El Debîbe re li ser vekolîna li gaz û petrolê di ava rojhilatê Deryaya Spî de îmze kir, pêk hat. Ev jî nakokiyên berê bi Qahîre û hevalbendên wê re dema Enqere muzakereyên bi hikumeta berê ya bi serokatiya Fayiz El Serac re beriya 3 salan îmze kiribûn, bi bîr dixe.

Misir û Yewnanistanê îmzekirina muzakereya nû red kirin û li ser bersivdana wê li hev kir, ku her du welat dijberiya çi çalakiyeke dewleta Tirk li herêmên nakok ên li rojhilatê Deryayê Spî dikin.

Duşemê, wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias bi telefonê bi wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re li ser pêşdeçûnên têkiliyên dualî û dozên herêmî axivî û got tu destûrên hikumeta Debîbe tune ku lihevkirinên navneteweyî yan jî muzakereyan îmze bike.

Tê payîn ku Nikos Dendias yekşema bê serdana Qahîreyê bike û li ser mekanîzmeya dan û standina her du aliyan li ser hevkariya di navbera Misir, Yewnanistan û Qibrisê de nîqaş bikin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavûşoglu ji Terablusê de axivî û li hember çi karên ku Qahîre, Atîna yan jî hwd bikin, sekinî û destnîşan kir ku lihevkirinên girêdayî vekolîna li ser petrol û gazê mafên her du welatan di danayên rojhilatê Deryaya Spî de misoger dikin û divê werin bikaranîn û mafê tu welatekî din tune ye ku destwerdanê bike yan jî nêrîna xwe bîne ziman."

LI YEMENÊ RÊJEYA HEWCEDARÊN ALÎKARIYAN ZÊDE DIBE

Girêdayî rewşa Yemenê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Di rapora nivîsgeha NY’yê ya kar û barên mirovî de hate bibîrxistin ku pêdiviya zêdetirî 23,4 milyon kesî bi alîkariyên mirovî û parastinê hene. Ev yek bi rêjeya ji sedî 13 li gorî 2021’an zêdetir bûye.

Li gorî raporê, welatiyên Yemenê bandor û azarên şerê bi girêk û krîza aboriyê ya domdar û nebûba xizmetên giştî kişandin. Di encama şerê 2021’an de gelek welatî birîndar bûn û koçberî zêde bû. Bi wê re pêdiviya bi alîkariyên mirovî zêdetir bû.

Di raporê de hate gotin ku ji sedî 57 ji kesên vegerîne û ji sedî 44 ji malbatên koçber nebûne, malên wan xerab bûne û pêdivî bi sererastkirinê hene."

(fr)