Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên şehîd Rîan Biro û Ebdulezîz Mûsa re xwest

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê sersaxî ji malbatên şehîd Rîhan Biro û Ebdulezîz Mûsa re xwestin û soza meşa li ser şopa wan heta pêkanîna serkeftinê da. Her wiha destnîşan kirin ku ew ê li dijî dijminên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedan û têkoşînê bidomînin û planên li dijî aramiya herêmê têk bibin.

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên şehîd Rîan Biro û Ebdulezîz Mûsa re xwest
2 cotmeh, 2022   14:11
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partî, saziyên civaka sivîl, hêzên leşkerî û ewlehiyê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Rîhan Biro û Ebdulezîz Mûsa bûn ku Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê li dar xistiye.

Di merasîmê de yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên El Selmo axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

El Selmo wiha domand: “Êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêm, gel û fermandarên me ku bingeha şoreşê bûn û şerê DAIŞ`ê kir da ku herêmê biparêzin, bi alîkariya xwefroşan pêk tên ku xwe kirine ajana û xiyanet li gel û axa xwe dikin.”

Her wiha El Selmo diyar kir ku ew amade ne bi piştgiriya gelê xwe li hember hemû êrişên li ser herêmê li ber xwe bidin û dê bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê şopdarên rêya şehîdan bin.

El Selmo îşaret bi mîrasa malbata şehîd Rîhan a bi têkoşîn û berxwedanê dagirtî kir û got: “Şehîd Rîhan ji malbateke welatparêz e, ji destpêkê şoreşê ve cihê xwe tê de girt. Malbata wê xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîn û parastinê di nav YPJ û YPG`ê de. Şehîd Rîhan ne şehîda yekemîn a malbatê ye lê belê gelek endamên vê malbata welatparêz beriya wê şehîd bûne.”

El Selmo balkişand ser çalakiya fedayî ya şehîd Rûken Zelal û Sara Tolhildan a li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê pêk anîne û got: “Ev bersiva herî xurt a li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk e. JI ber wê em ê têkoşîna xwe li hember dagirkeriyê bidomînin û dê bi vê berxwedanê dagirkeriyê têk bibin.”

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Idrîs Osê axivî û got: “Delweta Tirk bi rêya ajana û sîxuran hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, lê ew ê nekare vê yekê bike ji ber ku piraniya şêniyên herêmê bûne şervan û amade ne herêmên xwe ji wêranker û êrişkeran biparêzin.”

Osê bang li hemû aliyên bi dewleta Tirk re hevkar in kir ku dev ji vê rêyê berdin ji ber tu encamên vê kiryarê tune ye.

Osê soza şopandina rêya şehîdan heta tunekirina kesên li dijî ewlehiyê herêmê tev digerin, da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Îman Îbrahîm jî axivî û diyar kir ku gelê herêmê bi hevgirtina xwe li hember hemû komployan li ber xwe da û dê ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û welêt li ber xwe bidin.

Tê payîn merasîma sersaxiyê heta êvarê berdewam bike.

ANHA