​​​​​​​Bavê Jîna Emînî: Agahiyên rayedaran ên ji bo hevxemiyê, ne rast in

Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî bal kişande ser gotinên ku rayedarên dewleta Îranê yên têkildarî bûyera qetilkirina keça wî dikin û diyar kir ku hemû wan gotinan dûrî rastiyê ne.

​​​​​​​Bavê Jîna Emînî: Agahiyên rayedaran ên ji bo hevxemiyê, ne rast in
2 cotmeh, 2022   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li rex êrişên hêzên dewleta Îranê ya li hemberî xwepêşandanên ku li Rojhilat û Îranê didomin; rayedarên Îranê dixwazin di bin navê dozê de daxwazên xwepêşanderan paşguh bikin û mijarê daxînin asta dozeke edlî.

Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî têkildarî doza ku ji bo keça wî hatî vekirin axivî û got; “Tu kes têkildarî sedemê mirina keça min bersivekê nade min. Min gelek caran serî li saziya tiba edlî daye lê tu bersivek nedane min û bi rengekî henekê xwe bi min kirine.ʹʹ

Emced Emînî her wiha dibêje ku rayedar tenê jê re dibêjin 2 – 3 hefteyên din sebir bike û got, “Ev yek di demekê de ye ku bi ser dema ku berê dabûn min re derbas bûye jî.”

Emînî herî dawî bal dikişîne ser gotinên rayedaran ku bi rengekî ne rast tên weşandin û dibêje; “Agahiyên têkildarê hevxemiya rayedaran a bi me re tên weşandin ne rastin. Reîsî tu carî hevxemiya xwe bi me re pêk neaniye û tenê bi telefonê gotiye ku ew ê bişopînin; lê min tu şopandinek ne ji aliyê wî û ne jî rayedaran nedîtiye.”