Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: 133 kes hatine qetilkirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwendevanên zanîngehan li dijî qetilkirina Jîna Emînî carek din daketin kolanan. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê jî ragihand ku heta niha di xwepêşandanan de 133 kes hatine qetilkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: 133 kes hatine qetilkirin
2 cotmeh, 2022   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan û çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Emînî bi diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja xwe ya 16’emîn de didome. Welatî û xwendevanên zanîngehan bi hev re dest bi xwepêşandanan kirin.

Îro li kolanên Lalezar a bajarê Tehranê xwepêşandanên girseyî bi berzkirina diruşmên li dijî Rêberê Îsalamî yê Îranê Xameynî carek din destpêkirin. Heman demê de xwendevanên zanîngeha Tehranê yên beşa teknîkî û xwendevanên zanîngeha Babolser a li Mazenderan xwepêşandan û çalakî li darxistin.

Her wiha li bajarê Esfehan jî xwepêşander daketin kolanan û rêya herêma pişesaziyê ya Şahpuryan girtin.

Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê xwendevanên Zanîngeha Zanistî ya Dixtorên Kurdistanê û li bajarê Kirmanşan xwendevanên Zanîngeha Razî bi diruşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li kolanan berz kirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bilançoya dawî ya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kir. Li gorî bilançoyê heta niha 133 kes bi êriş û guleyên raste rast ên hêzên rejîma Îranê hatine qetilkirin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê êriş û qetilkirina xwepêşanderan li bajarên cur bi cur yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û wiha hat ragihandin: “Kuştina xwepêşanderan bi taybet komkujiya ku li Zahîdanê hatî pêkanîn bi temamî sucek li beramberî mirovahiyê ye. Pêwîste civaka navneteweyî van sucên nû yên Îranê lêkolîn bike.”