Komîteyên aborî yên komînên Tirbespiyê ji bo aboriya komînal li hev civiyan

Bi armanca pêşketin û geşkirina projeyên aboriya komînal, komîteyên aborî yên komînên Tirbesiyê ya Qamişlo civîneke berfireh li dar xist.

Komîteyên aborî yên komînên Tirbespiyê ji bo aboriya komînal li hev civiyan
2 cotmeh, 2022   12:46
QAMIŞLO

Bi beşdariya nûnerên ji desteyên aborî, çandinî, rêveberiyên komeleyên herêma Cizîrê û komîteyên ji Qamişlo ji komîteyên aborî yên komînên Tirbespiyê re civîneke berfireh hate lidarxistin. Civîn li hola Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya li naverasta navçeyê hate lidarxistin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya van civînan hewl dide projeyên aboriya komînal geş bike û lêkolînên giştî ji bo amadekirina budceya giştî ya sala 2023’yan amade bike.

Di civînê de bi komîteyên komînan re li ser projeyên aborî hatin nîşqaşkirin û li pêşniyarên wan ên li ser avakirina projeyên komînal hatin guhdarkirin.

Komîteyên aborî yên komînan pêşniyarên xwe li ser van projeyan bi taybet desteka ji çandiniyê re pêşkêş kirin û diyar kir ku mîqdara tov û mazota tê pêşkêşkirin, têra pêdiviyên cotkaran nakin, her wiha li ser pêwîstiya desteka dewlemendiya sewalvaniyê piştî ku li herêmê ziwabûnek çêbû hate nîqaşkirin.

Komîteyan da zanîn ku pêdiviya herêmê bi kargeha mast û penêr heye, da ku berhemên dewlemendiya sewalvaniyê li navçeyê fînanse bike û pêdiviya gundên herêma Aliyan bi firineke otomatîk heye ku nan têra wan bike.

Di dawiyê de, deste û komîteyên aborî yên herêma Cizîrê girîngî da pêşniyarên di civînê de hatine pêşkêşkirin.

(fr)

ANHA