​​​​​​​Rûsya û hikumeta Şamê bi dijwarî gundewarên Idlib û Hemayê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî herêmên ʹʹbêçek" bombebaran kir. Balafirên Rûsyayê 12 carî deverên li ser rêya M4 ê gundewarê Idlibê bombebaran kirin. Her wiha hêzên hikumeta Şamê 4 gundên Hemayê bi derdora 100 topên obîsan topbaran kirin.

​​​​​​​Rûsya û hikumeta Şamê bi dijwarî gundewarên Idlib û Hemayê bombebaran kirin
30 îlon, 2022   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHRʹê ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê 8 carî derdora gundê Misîbîn ê rojhilatê bajarê Erîha yê li ser rêya M4 Heleb-Laziqiyê yê gundewarê Idlibê bombebaran kir.

Bi vê yekê hêzên Rûsyayê di nava 24 saetan de 12 carî derdora gundên Riwêhiya yê nêzî eniyên şer ên bi çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên başûrê Idlibê bombebaran kir. Heman demê hêzên hikumeta Şamê heman cih topbaran kir û balafirên keşfê li ser herêmê geriyan.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê bi zêdetirî 100 guleyên obîs û moşekan gundên Enkwawî, Qilêdîn Zeqûm, Deqmaq û Himêdyê yên Sehil El Xab ê gundewarê bakurê rojavayê Idlibê topbaran kirin. Li beramberî wê çeteyên "Ensar Tirkistan" kombûnên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê rojavayê Idlibê topbaran kirin. Agahiyên têkildarî kuştî an birîndaran bi deset neketin.