Malbat û parêzerên rêber Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan tevî malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kir.

Malbat û parêzerên rêber Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da
30 îlon, 2022   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji rêber Abdullah Ocalan 18 meh in agahî nayên wergirtin. Mehmet Ocalan birayê Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, tevî Alî Konar biryarê Omer Hayrî Onar, Polat Yildirim birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn xwişka Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da ji bo bikarin hevdîtinê bikin.