​​​​​​​Ezab El Ebûd: Divê gel li hember hewldanên dewleta Tirk ên derbekirina mûzaîka civakî hişyar be

Hevseroka Meclisa Partiya Suriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El Ebûd gelên herêmê li hember hewldanên dewleta Tirk ku armanc dike ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyê têk bibe, hişiyar kir û bang li wan kir ku hevgirtina navbera xwe de xurt bikin û li hember planên dewleta Tirk a mêtînger bisekinin.

​​​​​​​Ezab El Ebûd: Divê gel li hember hewldanên dewleta Tirk ên derbekirina mûzaîka civakî hişyar be
29 îlon, 2022   05:54
MINBIC

Dewleta Tirk êriş û şereke taybet li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyê dimeşîne û hewl dide fitine û nakokiyan di navbera şêniyên herêmê de çêke, wan teşwîqî penaberiyê dike, jinan û ciwanan bi rêya hişbirê dike armanc, Rêvberiya Xweser û saziyên wê yên leşkerî û sivîl reş dike.

Têkildarî wê, Hevseroka Meclisa Partiya Suriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarên wê Ezab El Ebûd diyar wiha got: "Ji destpêka aloziya û nakokiyên hundirîn li Suriyê ve dewleta Tirk hewl dide tevlîheviyên ku çêbûne li gorî xwe bi kar bîne da ku ajinde û projeyên xwe yên dagirkeriyê yên Omsaniyê vegerîne. Vê yekê ne tenê li Sûriyê dike, lê belê li herêmê bi giştî dike."

Ezab El Ebûd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên DAIŞ’ê li dijî Sûriyê de destekê didayê, lê piştî Bakur û Rojhilatê Suriyê ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin dewleta Tirk hemû rêbazên çapemenî, leşkerî û siyasî bi kar anî û destwerdan li aloziya Sûriyê kir.

Ezab El Ebûd wiha domand: "Çeteyên DAIŞ’ê di erkên ku dewleta Tirk daye wan de bi bin ketin û bi keda Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) û fedekariyên şêniyên herêmê ew hatin têkbirin."

Ezab El Ebûd diyar kir ku ev fedekariya hêzên leşkerî û şêniyên herêmê kevirê bingehê yê li hember rawestandina projeya dagirkeriya Tirk a zêde li herêmê bû.

Ezab El Ebûd wiha lê zêde kir: "Yekitiya nîştimanî ya pêkhateyan û sekina wan li kêleka QSD`ê roleke mezin lîstin ku dewleta Tirk xewnên xwe li herêmê pêk neyne, mêtînger neke û rewşa tevliheviyê li herêm neafirîne."

Ezab El Ebûd ev tişt got: "Dewleta Tirk di hemû civînên navneteweyî yên berê çi li Madrîd, Astana, Soçî yan jî Tehranê de erêkirinek ji dewletên li Sûriyê aktîf in negirt ku êrişeke leşkerî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne."

Têkildarî bikaranîna rêbazên nû yên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê herêmê, Ezab El Ebûd wiha anî ziman: "Dewleta Tirk hincetên derew mîna parastina ewlehiya xwe ya neteweyî û şerê terorê bi kar tîne ku projeyên xwe yên dagirkeriyê li herêmê bimeşîne."

‛DEWLETA TIRK A DAGIRKER MÛZAÎKA CIVAKÊ ARMANC DIKE’

Ezab El Ebûd li ser vê yekê ev tişt got:"Dewleta Tirk balafirên bêmirov, şerê taybet û şerê çapemaniyê bi kar tîne û hewl dide fitne û tirsê di nava gelê herêmê de çêke da ku mûzaîk û hevgirtina civakê derbe bike."

Ezab El Ebûd axaftina xwe dewam kir û got li pêşiya dewleta Tirk tu rê neman, vê carê jî hewl dide nakokiyê bixe nav eşîreyan da ku kelha jiyana hevbeş û biratiyan gelan derbe bike. Lê yekitî û mûzaîka civakê bûn çeka herî guncaw ku şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bikin û azarên sûriyan çareser bikin.

Ezab El Ebûd îşaret bi hewldanên dewleta Tirk ên propagandaya madeyên hişbirê di nava civakê de kir û got:'' dewleta Tirk hewl dide bi hemû rê û rêbazan bi rêya madeyên hişbirê yan jî bi rêya şandeyên MÎT’a Tirk mûazîka civakê û hevgirtina wê derbe bike, ji ber li pêş siyasetên navneteweyî êdî mijareke zehmet e."

‛DIVÊ GELÊ SURIYÊ LI HEMBER DAGIRKERIYÊ SERÎ HILDE’

Ezab El Ebûd anî ziman ku Partiya Sûriya Pêşerojê girîngiyê dide kedên hemû pêkhateyên gelê Sûriyê û serhildana li hember dagirkeriya Tirk bi taybet li herêmên dagirkirî.

Ezab El Ebûd da zanîn ku hêz û yekitiya gel nameya herî baş e ku hebûna dewleta Tirk li herêmê ku li dijî mirovahiyê sûcan pêk tine, bûye çavkaniya terorê û li ser sîstema cîhanê xeter e, bi dawî bike.

Hevseroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û gundewarên wê Ezab El Ebûd di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Piştî projeya Rêvberiya Xweser û projeya Demokratîk bi ser ket, gel zêdetir zane bûye û projeyên dewleta Tirk ku Rêvberiya Xweser dike hedef û wê reş dike, baş dizanin."

(dm)

ANHA