Bîlançoya qurbaniyên êrişa Îranê derket 7`an

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di êrişa hêzên Îranê ya îro li ser baregehên partiyên Rojhilat de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye û 24 kes birîndar bûne.

Bîlançoya qurbaniyên êrişa Îranê derket 7`an
28 îlon, 2022   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê der barê hejmara kesên di êrişa Îranê ya li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye, daxuniyek weşand.

Li gorî wezaretê, di encama êrişa ser Koyeyê de heya niha 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 14 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin li bajarokê Pirdê yê Hewlêr jî ji ber êrişa Îranê 3 kesan jiyana xwe ji dest daye û 10 kes jî birîndar bûne.

Di dawiyê de hat gotin; “Dibe ku hejmara qurbanan zêdetir bibe, ji ber ku heya niha rê nayê dayîn ku em biçin cihê bûyerê.”