Şêniyên Dêrikê li dijî 'siyasetên qirkirinê yên hêzên navneteweyî' derketin

Şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişlo bi xwepêşandanekê şehîdxistina hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û tekezî bi berdewamkirina têkoşînê kirin.

Şêniyên Dêrikê li dijî 'siyasetên qirkirinê yên hêzên navneteweyî' derketin
28 îlon, 2022   12:15
QAMIŞLO

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî erdnîgariya Kurdistanê berdewam in. Li hember van êrişan, bertekên gelên herêmê zêde dibin.

Îro jî şêniyên navçeya Dêrik, herêmên Koçerat, Beravê, partî û oldar, koçberên Serêkaniyê û Girê Spî yên li kampa Newroz dimînin li qada Azadî ya bakur rojhilatê Dêrikê kom bûn û li dijî hedefgirtina hevserokên Nivîsgeha Edaletê ya herêma Cizîrê; Zeyneb Mihemed û Yilmaz Reşo, dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandêrên ku wêneyên her du şehîdan Zeyneb Mihemd û Yilmaz Şero rakirin, ji qada Azadî heta pêşiya navendê Meclisa Malbatên Şehîdan meşiyan.

Li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li sûka navendî, endama Meclisa Jinan a navçeya Dêrikê Wesfa Mûrad wiha axivî: “Xwepêşandana me bersiva siyasetên qirkirinê yên hêzên navneteweyî li hember sûcên li dijî welatiyên herêmê û hedefgirtina vîna jinan e.”

Wesfa Mûrad wiha domand: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker israra me ya berdewamkirin û mezinkirina têkoşînê zêde dike, da ku destkeftiyên şoreşê yên bi xwîna şehîdan û têkoşîna gel û pêkhateyên herêmê bi dest ketine, biparêzin.”

(şx)

ANHA