Îstifaya El Helbûsî hat redkirin

Civîna parlamentoya Iraqê bi tevlîbûna 203 parlamenteran dest pê kir. Di rûniştina yekem de îstifaya serokê parlamentoya Iraqê nehate pejirandin.

Îstifaya El Helbûsî hat redkirin
28 îlon, 2022   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Iraqê îro piştî du mehan bi tevlîbûna 203 parlamenteran civiya. Li gorî bernameya civîna parlamentoyê, wê îstifaya serokê parlamentoyê biketiba dengdanê û ya duyem jî cîgirek nû ji bo serokê parlamentoyê hatiba hilbijartin.

Îstifaya serokê parlamentoyê kete dengdanê, lê nehate pejirandin. Tenê 12 parlamenteran dengê erê bikaranîn.

Tê payîn di rûniştina dûyem de cîgirê yekem yê serokê parlamentoyê were hilbijartin. Ji ber ku cîgirê yekem yê berê ji Tevgera Sedir bû, lê ji ber hemû parlamenterên Sedir îstifakirine, niha cihê wî vale maye.