Gelo dê qurbaniyên terorê Xenûşî û hevkarên wî bidarizanîn?

Dosyaya şandina ciwanên Tûnisê ji bo şerê li Sûriyê û Lîbyayê di rojeva Tûnisê de ye. Nemaze piştî sekinandina karsaz Mihemed El Ferîx ku xwediyê şîrketeke taybet a balafirên rêwîtiyê ye û endamê parlamentoyê yê Tevgera Nehdayê ye, her wiha lêpirsîna bi serokê tevgerê Raşid El Xenoşî re.

Gelo dê qurbaniyên terorê Xenûşî û hevkarên wî bidarizanîn?
28 îlon, 2022   05:57
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Li gorî medyaya Tûnisê, di nav de rêveberên Tevgera Nehdayê, zêdetirî 800 kes têne lêpirsînkirin.

Li gorî rêxistinên navneteweyî, hejmara tûnisiyên ku ji bo şer çûne Sûriyê û Lîbyayê bi hezaran e. Li ser vê yekê rexneyên giran li Tevgera Nehdayê hebûn ku dema li welat serwer bû, çûna wan ciwanan hêsan dikir.

Li gorî pisporên Tûnisê, pirsgirêka şandina ciwanan ji bo şer û hêsankirina tevlêkirina wan nava komên terorîst ên li Sûriye û Lîbyayê rûyê rast ê Tevgera Nehda û Îxwan El Muslimîn û rola wan a piştevaniya bi terorê re eşkere kir.

Pisporan diyar kir ku mafên qurbaniyên terora li Sûriyê heye li qada navneteweyî gilî bikin û tawîzan ji sûcdaran bixwazin, ji ber ku herî zêde wan ji ber terorê ziyan dîtiye.

‘DEMA NEHDA Û ÎXWANAN BI DAWÎ DIBE’

Profesorê hiqûqê yê ji Tûnisê Dr. Zixeyer El Zekrawî ji ANHAʹyê re axivî û got dosyaya dersînorkirinê dosyaya herî metirsîdar e ku dikare rêberên Nehdayê û yên ewlehiyê yên ku rêwîtiya bi hezaran ciwanên tûnisî yên xapandî û mirî hêsan kirin, hilweşîne.

Têkildarî îhtîmala ku dosyaya dersînorkirinê bandorê li hebûna siyasî ya Tevgera Nehdayê bike, El Zekrawî anî ziman ku Nehda bi dawî dibe û giraniya wê di qada siyasî de tune ye û ev dosya dê rûyê wê yê rast li pêşiya raya giştî raxe ber çavan.

Dr. El Zekrawî her wiha destnîşan kir ku dosyaya dersînorkirina ciwanên Tûnisê ji bo şerê li Lîbya û Sûriyê, tevgera Îxwan di aliyê exalqî û siyasî de sûcdar dike, ji ber ku sûcên hovane li her du dewletan pêk anîne û wêneya Tûnisê reş kir.

Li ser axaftinên ku dibêjin “ev dosya xefikeke siyasî ya rejîma heyî li djiî Tevgera Nehdayê ye” pisporê Tûnisê da zanîn ku dosyaya dersînorkirinê daxwazeke kevn e û beriya hilbijartina Qeys Seîd di rojevê de ye.

El Zekrawî îşaret pê kir ku heke îsbat bû ku destê rêveberên Nehdayê di vê dosyayê de heye, dibe cezayê girtîgehê yê giran li wan were birîn. Her wiha diyar kir ku dibe ev dosya derbasî qada navneteweyî were kirin û qurbaniyên terorê yên li Sûriyê wekî rêkbirên tawanbaran derbasî qadê bibin, ji ber ku wan herî zêde ji ber terora wan ziyan dîtine.

QURBANIYÊN TERORÊ LI SÛRIYÊ

Nivîskar û rojnamevanê ji Tûnisê Nûredîn Bilteyîb jî diyar kir ku vekirina lêpirsînên dadwerî li ser dosya dersînorkirinê gaveke girîng e û piştrast dike ku sîstema dadwerî ji serweriya Tevgera Nehda û Îxwanan xilas dibe ku bandoreke mezin li gelek dadweran kiribû û bi giranî di xeta xebatê de kontrol dikirin.

Nûredîn Bilteyîb ji ANHAʹyê re axivî û wiha got: "Tevgera Nehda ya îxwanî û alîgirên wê yên bi navê Ensar Şîa ya ku gelek rêveberên wê di lêpirsînê re de ne, tawanbar e, her wiha gelek rêveberên ewlehiyê hatine sekinandin, heman demê rêveberên Tevgera Nehdayê mîna serokê Îxwan Raşid El Xenûşî û cîgirê wê Elî El Erîd serbest hatiye berdan, tên lêpirsînkirin.”

Bilteyîb got: "Eger Tevgera Nehda ya îxwanî îro hewl dide xwe ji berpirsiyariya tawankarî û cînayetan dûr bixe, nikare xwe ji berpirsiyariya siyasî û exlaqî dûr bixe. Her tiştê ku di dema kontrolkirina wê ya li ser hikumetê de diqewimî bûn, nemaze ji ber ku cîgirê serokê wê Elî El Erîd ku wezîrê karên hundirî bû, paşê bû serokê hikumetê bû, her wiha Munsif El Merzîûqî ku serokê demkî yê komarê, hevalbendê wê bû û ew hilbijart."

Bilteyîb da zanîn ku mafê qurbaniyên li Sûriyê heye ku kesên destê wan di qetilkirinê de hene, darizînin û diyar kir ku mîna malbatên şehîdên terora li Tûnisê wekî Şukrî Bilîd, Mihemed El Birahîmî û Lutfî Neqid û yên din ku li dijî gelek rêveberên Tevgera Nedayê doz rakirin.

Çavdêrê siyasî yê Tûnisê anî ziman ku doza dersînorkirinê mîna dara ku dê şaneyên veşartî û kesên ku ji nêzîk an ji dûr ve destwerdana vê dosyayê kirine, eşkere bike û got: "Binkeftina Îxwan li Tûnisê di rêvebirin û encamên karesatî ku bi serê welat anîn, şansê wan ên siyasî bi dawî dike û dê tu bandorên wan di palrmantoya bê de tunebin."

ANHA