Welatiyên Hesekê helwesta hikumeta Paşînyan şermezar kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, helwesta hikumeta Paşînyan a ku 2 gerîla radestî dewleta Tirk kiriye, bi dijminatî bi nav kir û bang li gelê Ermen kir ku ji hikumeta xwe bixwaze ku helwesta xwe biguhere û li hember siyaseta dewleta Tirk bisekine.

Welatiyên Hesekê helwesta hikumeta Paşînyan şermezar kir
27 îlon, 2022   05:42
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Hêzên Parastin Gel (HPG) di 24`ê Îlonê de bi daxuyaniyekê ragihand ku hikumeta Ermenistanê du gerîlayên wan (Leheng û Elîşêr) ku di meha Tebaxê de li ser sînorê Ermenistanê hatibûn girtin, radestî delwta Tirk kiriye.

Gelê Kurdistanê ku dewleta Tirk dijminatiya wan dike û hewl dide wan tune bike û taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev helwest şermezar kirin.

Li ser mijarê welatiyê bi navê Mihemed El Ebid ê ji pêkhateyê Ereb ê bajarê Hesekê helwest hikumeta Paşîniyan bi dijminatî bi nav kir û got: ʹʹEm li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim banga azadiya şoreşgeran dikin. Em li kêleka gelê Ermen sekinîn û em bang dikin ku divê komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî wan pêk anîne, di qada navneteweyî de werin naskirin. Ev bang heman a şoreşgeran e.ʹʹ

Mihemed El Ebid anî ziman ku radestkirina du şoreşgeran ji aliyê hikumeta Ermenistanê ve ji bo Tirkiyê kiryarekî dijminane û xiyanetek li şoreşger û gelên berxwedêr e.

Kamîran Wezîr helwesta hikumeta Paşînyan şermezar kir û diyar kir ku divê Ermenistan li xwe vegere, ji ber gelê Kurd û Ermen yek in û daxuyand her du gelan ji ber komkujî û zulma dewleta Tirk êş û azar kişandine.

Mehmûd Elî bal kişand ser helwesta hikumeta Paşînyan ku gerîla radestî dewleta Tirk kir û got: “Radestkirina gerîlayên HPG`ê ji aliyê hikumeta Paşînyan ve ji bo dewleta Tirk sûc e. Bila Ermenistan baş bizane ku goristanên ermenan ku bûne qurbanên komkujiyên dewleta Tirk li vir  in û şahidê sûcên dewleta Tirk û dijminatiya wê ji gelan re ne.”

Elî destnîşan kir ku gerîlayên HPG`ê yên  ku hikumeta Paşînyan radestî dewleta Tirk kirine, ji bo azadiya gelên bindest tê dikoşin û tiştê ku hikumetê kiriye, sûcek li dijî şoreşgeran e.

Welatiyan bang li gelê Ermen kir ku helwestên hikumeta welatê xwe red bikin û li hember dagirkeriya Tirk û siyasetên wê bisekinin.

(dm)

ANHA