​​​​​​​Li Şehbayê bi hezaran jin serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir

Li Şehbayê bi hezaran jin bi dirûşmeya `` Li dijî desthildariyê wê dengê jinên Rojhilat bibe bingeha şoreşa parastina hemû jinanʹʹ ji bo Jîna Emînî meşiyan û serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir .

​​​​​​​Li Şehbayê bi hezaran jin serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir
​​​​​​​Li Şehbayê bi hezaran jin serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir
​​​​​​​Li Şehbayê bi hezaran jin serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir
​​​​​​​Li Şehbayê bi hezaran jin serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir
​​​​​​​Li Şehbayê bi hezaran jin serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir
​​​​​​​Li Şehbayê bi hezaran jin serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir
​​​​​​​Li Şehbayê bi hezaran jin serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir
26 îlon, 2022   17:22
ŞEHBA

Bi pêşengiya Kongra Star a herêma Efrînê, bi hezaran jin bi dirûşmeya `` Li dijî desthildariyê wê dengê jinên Rojhilat bibe bingeha şoreşa parastina hemû jinanʹʹ daketin qadan, qetitlirina Jîna Emînî şermezar kir û serhildana jinan a li Rojhilat û Îranê silav kir.

Jinan ji rêya navbera Til Qerah û kampa Serdemê ya Şehbayê dest bi meşê kir.

Di meşê de wêneyên Jîna Emînî, pankartên bi nivîsên "Tayê porê Jîna çirûska şoreşa Rojhilatê pêxist", "Ji qetilkirina jinan re êdî bes e" û "Sedsala 21ʹê wê bibe destpêka azadiya jinan" hatin vekirin. Her wiha bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana gel a li Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina sûcên li dijî jinan hatin berzkirin.

Meş li qada kampa Serdemê ya naveçay Ehdasê rawestiya.

Piştî rêzgirtinê, hevserokat Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û got: "Dewletên faşîst hewl didin gelan qir bikin û rasterast jinan dikin hedef.  Qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê desthilatdariya Îranê ve berdewama siyaseta qirkirina jinan e."

Şîraz Hemo bêdengiya rêxistinên mirovahî û hiqûqî li hemberî qitilkirina jinan şermezar kir û bang li wan kir ku erkên xwe li hemberî sûcên qetilkirina Jîna Emînî bi cih bînin û desthilata Îranê muhasebe bikin.

Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku şêniyên Efrînê piştgiriyê didin serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Çalakî bi diruşmeyên silavkirina serhildana li Rojhilat bi dawî bû.

)dm)

ANHA