Gundekî Zirganê tê topbarankirin: Leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker gundê Bobî yê navçeya Ziraganê topbaran dike. Di encamê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê birîndar bû.

Gundekî Zirganê tê topbarankirin: Leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû-HATE NÛKIRIN
26 îlon, 2022   16:53
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker gundê Bobî yê bakurê rojavayê navenda navçeya Ziraganê bi obîsên giran topbaran dikin.

Di topbaranê de nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê bû hedef û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê bi navê Ebdurehman Hedlan birîndar bû.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê.

ANHA