​​​​​​​Li Derayê mayinek bi erebeyeke hêzên hikumeta Şamê de teqiya

Li bajarokê Neîme yê li rojhilatê Derayê mayinek bi erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de teqiya. Hat ragihandin ku gelek kuştî û birîndarên hikumeta Şamê çêbûne.

​​​​​​​Li Derayê mayinek bi erebeyeke hêzên hikumeta Şamê de teqiya
26 îlon, 2022   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzî benda Radar a îstixbarata hewayî ya hêzên hikumeta Şamê mayineke ku kesên nenas bi cih kiriye, bi erebeyeke hêzên leşkerî yên hikumeta Şamê de teqiya. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), gelek kuştî û birîndarên hêzên hikumeta Şamê çêbûne.

Piştî ku hikumeta Şamê “lihevhatin” li herêmê pêk anîn, bûyerên kuştin û hedefgirtinê zêde bûn. Ev îsbat dike ku lihevkirin tenê tevliheviyeke ewlehiyê û hêrsa gel li hember saziyên hikumetê zêde dike.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka îsal de li Derayê 395 bûyerên kuştinê bi rêbazên cuda pêk hatine û di encamê de 233 kes hatine kuştin, piraniya wan sivîl, endamên hêzên hikumeta Şamê, hevkarên bi saziyên ewlehiyê re û endamên “lihevhatinan” in.