​​​​​​​Di êrişeke xwekujî de 10 leşkerên Somalê hatin kuştin

li paytexta Somal Mogadîşû di êrişeke xwekujî ya Tevgera ʹʹEl Şebab" de derdora 10 leşkerên Somalê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

​​​​​​​Di êrişeke xwekujî de 10 leşkerên Somalê hatin kuştin
25 îlon, 2022   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera nûçeyan a Garoweʹyê ragihand ku di encama êrişeke xwekujî de herî kêm 10 leşkerên artêşa Somalî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Garowe, diyar kir ku êriş derveyî dibistana ʹʹGeneral Dega Badanʹʹ ya perwerdeya leşkerî ya li başûrê Mogadishûyê pêk hat.  Her wiha diyar kir ku Tevgera ʹʹEl Şebab" êriş girt ser xwe.

Ji Hezîrana 2021ʹan ve ev êrişa xwekujî ya duyemîn e ku li dijî heman baregehê tê kirin. Beriya çend rojan artêşa Somalê ragihandibû ku di operasyona li herêma Hîran de 100 endamên " El Şebab" hatin kuştin û gelek cihên li naverasta Somalê hatin vegerandin.