Şêniyên Girkê Legê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir

Şêniyên navçeya Girkê Legê îro bi xwepêşandanekê tecrîd û cezayên dîspilînê yên ku dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Ocalan ferz dike û bêparhiştina rêbertî ji “Mafê Hêviyê” şermezar kir.

Şêniyên Girkê Legê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir
25 îlon, 2022   11:40
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker di doza rêber Abdullah Ocalan de binpêkirina qanûnên navneteweyî didomîne, herî dawî di 30`ê Tebaxa borî de bi bihaneya ferzkirina cezayên dîspilînê yên îzafî ew ji “Mafê Hêviyê” bêpar hişt.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji 1950`yî de biryara “Mafê Hêviyê” derxistiye. Li gorî biryarê, girtiyên ku cezayê muebed li wan hatî birîn, piştî ku 20 sal di ser hikumê wan re derbas bû mafê wan ê hêviyê heye ku dibe ji girtîngehê derkevin û jiyana xwe bidomînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara dewleta Tirk a dagirker rastî bertekên mezin tê. Şêniyên navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo îro xwepêşdaneke girseyî li dar xist û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Xwepêşdanê ji pêşiya Peymangeha Zanistanî ya bajarokê Rimêlan dest pê kir. Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan, pankertên bi nivîsên “Tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, li dijî azadiya jinan e” , “Ji bo rêber Ocalan azadî û edalet” , “bi têkoşîna gelan dê komploya 9`ê Cotmehê bi dawî bibe” rakirin û bênavber sloganên silavkirina rêber Ocalan berz kirin.

Xwepêşandan li dergehê ketina bajarokê Rimêlan veguherî mitîngê. Li wir hevseroka Şaredariya Gel a Girkê Legê Xaliye Îbrahîm axivî û tekez kir ku dagirkeriya Tirk êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên hemwextî şidandina tecrîda li dijî rêber Ocalan, ji bo derbekirina îradeya gelên berxwedêr e yên di têkoşîna xwe de fikrê rêber Ocalan ji xwe re esas digirin.

Xaliye piştrast kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji şidandina tecrîdê li dijî rêber Ocalan, ji bo astengkirina projeya neteweya demokratîk e û got, “Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, divê têkoşîn bê mezinkirin.”

ANHA