Serhildana bi pêşengiya jinan li Rojhilat-Îranê rojeva bernameyeke taybet a ajansa me ye

Çalakvaneke jin a ji Başûrê Kurdistanê îro êvarê beşdarî bernameyeke taybet a ajansa me dibe û pêla serhildanê ya bi pêşengiya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, sîstema koletiyê û zextên rejîma Molla ya Îranê di şexsê jinan de li ser civakê bi giştî dimeşîne, erkên dikevin ser milên jinan, dinirxîne.

Serhildana bi pêşengiya jinan li Rojhilat-Îranê rojeva bernameyeke taybet a ajansa me ye
25 îlon, 2022   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Jina Kurd Jîna Emînî (22) li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve bi hinceta ku 'pora wê xuya dike' hate binçavkirin û bi êşkenceyê hat qetilkirin.

Piştî qetilkirina Jîna xwepêşandanên mezin dest pê kirin û veguherînin serhildanê. Ev serhildan pêl bi pêl li seranserê Îranê belav bû û bi rojan e dewam dike.

Di bin dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” de civak û baweriyên li Îranê rabûn ser piyan û hemû daxwazên azadî, wekhevî û demokrasiyê gihîştin hev.

Çalakvana jin a ji Başûrê Kurdistanê Wîjdan Nûreddîn îro saet di 19:00`ê êvarê de mêvana bernameyeke taybet a ajansa me ye û vê mijarê bi berfirehî dinirxîne.

Hûn dikarin bernameyê li ser van lînkan bişopînin:

https://www.facebook.com/kuhawarnews

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

ANHA