Li Qamişlo dibistaneke teknelojiyayê ji bo zarokên şehîdan hat vekirin

Bi armanca pêşxistina zarokên şehîdan di warê teknelojiyayê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê dibistana Şehîd Beşîr a Teknelojiyayê li bajarê Qamişlo vekir.

Li Qamişlo dibistaneke teknelojiyayê ji bo zarokên şehîdan hat vekirin
25 îlon, 2022   10:22
QAMIŞLO

Dibistan bi beşdarbûna enadmên Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê û nûnerê Rêveberiya Xweser li kolana Wehda ya naverasta bajarê Qamişlo hat vekirin.

Di merasîmê de, endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Selma Xelîl axivî.

Selma Xelîl şehîdên azadiyê bi bîr anîn û vekirina dibistana yekemîn a teknelojiya ji bo zarokên şehîdan pîroz kir û got: "Em bi hêvî ne ku ev dibistan li cîhanê bibe mînaka rêxistinekirina jiyaneke baştir ji bo zarokên şehîdan û pêşxistina pêşerojê û civakê."

Selma Xelîl her wiha diyar kir ku ew ê mîna vê dibistanê li herêmên din vekin.

Endama rêveber a Dibistana Şehîd Beşîr ya Teknelojiya Selma Elî jî axivî û diyar kir ku armanca vekirina vê dibistanê, zarokan pêş bixin û civakeke zane ava bikin.

Têkildarî sîstema kar li dibistanê Selma Elî wiha got: "Dema perwerdeyê li akademiyê du sal in. Di akademiyê de 7 branş hene, jê 4 girêdayî computer in; bername, komputur, dezayn û montaj, elektron, beşên din jî bîrkarî, zimanên erebî, îngilîzî û kurdî ne."

Deriyê dibistanê ji aliyê dayika şehîd Beşîr Remedan, Sîham Remedan ve hat vekirin.

ANHA