Li Rojhilatê Kurdistanê di 6 mehan de 26 kolber hatin qetilkirin

Li gorî Kolbernews`ê, di nava 6 mehên borî de 26 kolber hatine qetilkirin û 164 kolber jî birîndar bûne.

Li Rojhilatê Kurdistanê di 6 mehan de 26 kolber hatin qetilkirin
24 îlon, 2022   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Kolbernews’ê bîlançoya 6 mehan a têkildarê rewşa kolberan weşand. Li gorî bîlançoyê di nava 6 mehên borî de li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê yên parêzgehên Azerbaycan a Rojava, Sine û Kirmanşanê ji ber gulebarana rasterat a hêzên dewleta Îranê û ji ber karesatên xwezayî yên şert û mercên kolberiyê yên mîna aşût, serma, teqîna mayînê û ketin ji bilindahiyê, bi giştî 26 kolber hatine qetilkirin. Her wiha 164 kolber jî birîndar bûne.

Di bîlançoyê de her wiha hatiye destnîşankirin ku ji sedî 77 qewimîna wan trajediyan ji ber gulebaranên rasterast ên hêzên dewleta Îranê pêk hatiye.