​​​​​​​Rojnamevanên ku nûçeyên li ser Jîna Emînî çêkirin hatin destgîrkirin

Rojnamevanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nûçeyên li ser çalakiyên ji bo Jîna Emînî çêkirin hatin destgîrkirin.

​​​​​​​Rojnamevanên ku nûçeyên li ser Jîna Emînî çêkirin hatin destgîrkirin
24 îlon, 2022   08:22
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nûçeyên li ser çalakiyên ji bo Jîna Emînî çêkirin hatin destgîrkirin.

Nîlufer Hamedî ya ku yek ji wan nûçegihanên pêşîn e ku nûçeyên çalakiyên ji bo Jîna Emînî jî çêkiribû hate destgîrkirin. Di heman demê de nûçegihana fotoyê Yelda Meîrî û nûçegihana ekonomiyê Fatîma Rajabî jî duh şev hate destgîrkirin.

Li gorî agahiyên ku Women în Joûrnalîsmê duh şev dema nûçegihan û çalakvan hatine destgîrkirin, şîddet li nûçegihan û çalakvanan hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin piştî ku polîsan girtine ser mala Fatîma Rajabî û nayê zanîn ku wê birine ku derê.