​​​​​​​Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê belav dibin

Di van kêliyan de xwepêşandaneke berfireh li Loristan û Tebrîzê li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî dest pê kiriye û bênavber dirûşma, “Mirin bo dîkdator” têgotin.

​​​​​​​Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê belav dibin
23 îlon, 2022   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li dijî qetilkirina jina ciwan a Seqizî Jîna Emînî (Mehsa) ku ji Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û berbelavê piraniya parêzgehên Îranê bû, di roja heftemîn de dewam dikin.

Di roja heftemîn de Loristan jî tevlî pêla serhildanê ya jin û gelên Îranê ya li dijî qanûnên dijî jin û civakê bû.

Li gorî çavkaniyên Rojhilatê Kurdistanê di van kêliyan de xwepêşandaneke berfireh li Loristan û Tebrîzê destpêkiriye.

Li bajarên din yên Kurdistan û Îranê jî xwepêşandan û protesto berdewam dikin, li gelek herêman hêzên rejîmê êrîşê xwepêşandanan dikin. Li gorî agahiyan heya niha 36 xwepêşander di encama êrîşa hêzên rejîmnê de jiyana xwe ji dest dane.