​​​​​​​Li Reqayê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

QSD’ê da zanîn ku 3 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê li mezreya Cela ya li bakurê Reqayê hatine girtin.

​​​​​​​Li Reqayê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
23 îlon, 2022   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokatîk (QSD), YAT’ê yên girêdayî QSD’ê 3 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê ku teqemenî çêdikirin û li çeteyan belav dikirin, girtine.

Malperê eşkere kir ku bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî, YAT’ê bi ser mezreya Cela ya li bakurê Reqayê de girt ku şaneya terorîst xwe lê veşartibû û ew çete girtin. Her wiha gelek alav û madeyên çêkirina teqemeniyan hatin desteserkirin.

Her wiha malperê diyar kir ku ev operasyon berdewama hewldanên hevbeş ên QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî ne ku nehêlin şaneyên DAIŞ’ê ewlehî û îstîqrara li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin.

(fr)