Di çalakiyên gerîla de 11 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê daxuyand ku di çalakiyên hêzên wê yên duh û îro de herî kêm 11 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Di çalakiyên gerîla de 11 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin
23 îlon, 2022   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) der barê çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

 “Artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrişî Qadên Berxwedanê û çeperên şer dike. Li hemberî van êrişan, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi ruhê fedaî yê Apoyî û cesareteke bilind li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakiyan dike û derbê li artêşa Tirk a dagirker dixe.

Hêzên me 9 çalakî kirine, di van çalakiyan de 11 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. Di heman demê de 2 çeper hatine îmhakirin, dronek û konekî leşkerî hatiye îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 14 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 4 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kirine.

Çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeran jî wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 22’yê Îlonê de saet di 08.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 22’yê Îlonê dee saet di 11.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Fedakar a girêdayî Çemçoyê hate xistin.

Di 22’yê Îlonê de saet di 12.30’an de dagirkeran dema ku xwestin têkevin çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi çekên ferdî li wan hate xistin. Piştî lêdana hêzên me, dagirker neçar man gavekê vekişin.

Di 22’yê Îlonê saet di 15.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê Çemçoyê ketin tevgerê, tîmên me yên bi tevger bi taktîka sûîkastê li dagirkeran dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

Di 22’yê Îlonê saet di 16.30’an de tîmên me yên bi tevger du caran bi sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Agir a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê dane. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakûrkê;

Di 22’yê Îlonê saet 13:00’an de dagirkerên li herêma Girê Şehîd Derwêş a Xakurkê piştî ku ketin bin çavdêriya hêzên me, tîmên me yên bi tevger yê YJA Starê bi çalakiyeke koordînekirî ya gerîla, li dagirkeran dan. 4 dagirkerên ku bi çekên giran hatin derbkirin hatin cezakirin, 2 çeper hatin rûxandin. Piştî çalakiyê hêzên me dronên keşfê yên li herêmê geriyane jî kirin hedef û dronek rûxandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

Di 22’yê Îlonê saet 05:50’an de dagirkerên li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve bi çekên otomatîk hatine gulebarankirin, dagirkerek hatiye cezakirin û konekî leşkerî hatiye rûxandin. Dagirkerên ku piştî çalakiyê xwestin mudaxele bikin, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Di 23’yê Îlonê saet 00:40’an de dagirkerên li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê hatin gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî;

Di 22’yê Îlonê de çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê FM 5 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Di 22’yê Îlonê de çeperên şer ên Şehîd Felat û Şehîd Agir ên qada Berxwedanê ya Sîda û çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li qada Berxwedanê ya Çemçoyê 9 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

Di 22’yê Îlonê de Qada Berxwedanê ya Sacayê 4 caran ji aliyê helîkopterên êrişê ve hate bombekirin.

Di 22’yê Îlonê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Hekkarî, Girê Cûdî û Girê FM’ê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

Di 22’yê Îlonê de li qada Berxwedanê ya Girê Cûdî balafirên bêmirov geriyan.”