Di çalakiyên tolhildanê yên YPG’ê de 8 leşker û 11 çete hatin kuştin

YPG’ê da zanîn ku di çalakiyên hêzên wan ên ji bo tolhildana şehîd Rojhat Karakoçan û şehîd Doxan Amanos de 8 leşkerên artêşa Tirk a dagiker û 11 çete hatine kuştin û gelek çek jî hatine desteserkirin.

Di çalakiyên tolhildanê yên YPG’ê de 8 leşker û 11 çete hatin kuştin
23 îlon, 2022   07:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de agahî dan.

YPG’ê diyar kir ku di 16, 18, 20 û 21’e Îlonê de li herêmên dagirkirî 5 çalakî kirine û 8 leşker û 11 çete hatine kuştin û 12 çete jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser heremên me zêdetir kirine. Êrişên topbaranê her roj berdewam dikin. Dîsa êrişên bi balafirên bêmirov tên dikin. Herî dawî di roja 16’ê Îlonê de li Eyn Îsayê artêşa Tirk a dagirker êrişek bi balafirên bêmirov kiribû. Di encama vê êrişê de hevrêyên me, fermandarên hêja Rojhat Karakoçan û Doxan Amanos şehîd ketibûn. Ji bo bersivdayîna van êrişan û ji bo tolhildana şehîd Rojhat û şehîd Doxan, di rojên 16, 18, 20 û 21’e Îlonê de, li heremên dagirkirî 5 çalakiyên tolhildanê hatin lidarxistin.

Di encama van çalakiyên tolhildanê de bi giştî 8 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Dijmin nikaribû were ser cenazeyên xwe, ji ber vê yekê cenazeyên leşkeran ji aliyê gundiyan ve hatin rakirin. Di van çalakiyan de her wiha seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk û mewziyek hatin rûxandin.  11 çeteyên dagirker hatin kuştin, 12 çete jî birîndar bûn. 4 çekên AK-47, 2 jarjorên AK-47, rexteke AK-47, çekeke B-7, dûrbîneke şevê, dûrbîneke rojê hatin desteserkirin.

Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker, di vê pêvajoyê dawî de ji 18’ê Îlonê heta îro der heqê windahiyên me de nûçeyên derew weşandin. Li gorî îdiayên wan di 4 rojên dawîn de 38 şervanên me şehîd xistine. Ev îdiayên wan ne rast in.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo ku windahiyên xwe binixumîne û rastiyê berovajî nîşan bide, bi armanca şerê taybet nûçeyên bi vî awayî belav dike.”

<iframe width="677" height="380" src="https://www.youtube.com/embed/FMBZQJ0dAO8" title="Di encama çalakiyên me yên tolhildana Şehîd Rojhat û Şehîd Dogan de 19 dagirker hatin kuştin" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>