Şerê hegemonyayê yê Rûsya û hêzên rojavayî dibe ku bibe sedema şerên nû

Di çend rojên borî de li ser sînorê Ermenistan-Azerbaycanê û Tacikistan-Kirgizistanê bi awayekî hemwext şer derketin. Ev şer hemwextî zêdebûna rageşiya di navbera Rûsya û dewletên rojavayî de li Ukraynayê rû da.

Şerê hegemonyayê yê Rûsya û hêzên rojavayî dibe ku bibe sedema şerên nû
23 îlon, 2022   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN – GÎVARA ŞÊX NÛR

Li gorî çavdêran, pevçûnên li ser sînorên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê, Tacikistan û Kirgizistanê de pirs li ser dema wan derxistin. Çavdêr dibêjin ku armanca li pişt wan êrişan jî cihê pirsan e, çi ji aliyê Kremlînê ve ku hewl dide balê ji ser bûyerên li Ukraynayê bikişîne, yan jî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û welatên rojavayî ve, da ku tevliheviyê li dora Rûsyayê belav bikin û zextê li ser wê zêde bikin, hemwextî tevlêbûna wê ya di çirava Ukraynayê de.

Azerbeycanê hefteya borî êrişî Ermenistanê kiribû. Li ser sînorê Kirgizistan û Tacikistanê jî pevçûn derketibûn. Hefteya borî her du welatan hev tawanbar kiribû ku çekên giran wek tank û hawanan hatine bikaranîn. Ev jî hemwextî gurbûna nakokiya di navbera her du welatan de ye ku berê di nava Yekitiya Sovyetê de bûn.

Rapor destnîşan dikin ku ev pevçûn ne nû ne û ji dema serxwebûna her du welatan de piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê di 1991'ê de, hema hema bi rêk û pêk têne dubarekirin. Lê dema êrişan a vê carê dibe ku nîşaneyên wê yên din hebin anku ji pevçûnên sînor ên adetî wêdetir in. Dibe ku ew bikeve çarçoveya gurbûna nakokiyên navneteweyî yên di navbera Rûsya û rojava de. Ji ber ku Moskov van çar welatan di nava qada xwe ya jeopolîtîk de mîna welatên Kafkasya û Asyaya Navîn dihesibîne. Li wan welatan baregehên leşkerî yên Rûsyayê hene û pêwendiyên wan ên xurt bi Moskovê re hene.

Çavdêr diyar dikin ku her çendî pevçûn ji derve li dora nakokiyên sînorî yên ku piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetê derketine xuya dibin jî, lê dema wê ya niha bi taybetî piştî gurbûna nakokiyên di navbera Rûsya û rojava de li Ukraynayê nîşan dide ku ji bo bidestxistina destkeftiyan da ku her aliyek zextê li yê din bike, şerekî veşartî yê hegemonyayê li ser van welatan heye. Ev li aliyekî, li aliyê din jî welatên nakok di nava hev de hewl didin desthilata xwe li Kafkasya û Asyaya Navîn pêk bînin. Hewl didin ku wekî agirkuj xuya bikin da ku hebûna xwe li wan welatan bêtir xurt bikin.

GERA LI TAWÎZAN

Edîtorê rojnameya California Courier ê Ermen, Harut Sassounian di hevpeyvîneke taybet a ajansa me de êrişên ku ji aliyê Azerbaycanê ve li dijî Ermenistanê ve hatin kirin, nirxandin û wiha got: "Azerbaycan, Ermenistanê wek dewleteke lawaz û xwedî rêveberiyeke lawaz dibîne, ji ber vê yekê zextê li Ermenistanê dike ku bêtir tawîzan bide, bêtir axa wê bi dest bixe û şert û mercên xwe lê ferz bike."

Têkildarî mijarê lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbê jî ji ajansa me re axivî û li ser sedema pirsgirêka li wan welatan û pevçûnên domdar ên di navbera wan de wiha got: "Piştî hilweşîna dîwarê Berlînê, welatên ku di Yekitiya Sovyetê de bûn ji bo aramî û çareserkirina pirsgirêkên sînoran û her wiha neteweyên ku li vê erdnîgariyê dijîn, tu carî nekarîn bi hev re dan û standinan bikin."

Wehbî wiha pê de çû: "Mebesta van welatan ew bû ku cudabûna xwe ya ji Yekitiya Sovyetê îspat bikin û bi Rûsyayê re ku mîrateya Yekitiya Sovyetê ye, li çarçoveyeke nû bigerin. Heya ku Pûtîn û kesayetiya wî ya ku bi teqîna Sovyetê bawer nedikir, hat. Heta niha jî ew li qayîmbûna helwestên kevnar ên ku hêza Yekitiya Sovyetê pêk anîne, digere."

Li gorî lêkolînerê pispor ê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbê: “Pevçûnên heyî û yên domdar 3 tiştan esas digrin. Ya yekem, şerê li ser bingeha neteweyan e. Ya duyem, şerê li ser nêzîkbûna ji dewletên biryargir Rûsya, DYA yan jî Yekitiya Ewropayê ye. Ya sêyem jî, şerê  li ser berhemên xwezayî yên ku dibe ev welat di nava hev de parve bikin."

Wehbê têkildarî tiştên ku di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de qewimîne û hîn diqewimin jî, got: "Tişta ku di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de diqewime, di esasê xwe de nakokiyeke hevbeş a neteweyî û erdnîgarî ye. Piştî destwerdana Tirkiyê û neparastina Ermenistanê ji aliyê Rûsyayê ve, ev nakokî aloztir bûye. Ji ber vê yekê di nebûna destwerdaneke bilez de, serok Pûtîn berpirsiyariyeke mezin hildigire."

Wehbê wiha domand: "Ji aliyê Amerîkayê ve ku Tirkiyê bi qetlîamên Ermenan sûcdar dike, destwerdana Tirkiyê hatiye erêkirin, ji ber vê yekê ev pevçûn dê wek bombeyeke germ bimîne."

BELAVKIRINA RÛSYAYÊ

Wehbê der barê nakokiya di navbera Kirgizistan û Tacikistanê de wiha axivî: "Ev nakokî beriya her tiştî navxweyî ye, ji ber lihevnekirina rayedarên van welatan li ser sînoran û nêzîkbûna siyaseta Rûsyayê ye. Her wiha ji ber hewldanên Moskovê ku dixwaze dengê van welatan di şerê xwe yê niha yê li dijî Ukraynayê de bi dest bixe. Lê belê, ji kesî nayê veşartin ku dîplomasiya Dewletên Yekbûyî bi tundî hewl dide ku nêzîkbûna bi Rûsyayê re ji hev belav bike, peymanên hevkariyê derxe pêş ku dibe ji van welatan re hilberînek aborî peyda bike ku dê alîkariya wan bike bigihêjin asta welatên pêşketî."

Tariq Wehbê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji dema hilweşandina dîwarê Berlînê ve, Amerîka bi awayên cur bi cur xwest ku bi aktîfkirina demokrasiyê û dûrketina ji desthilatdariyê, xwe nêzî dewletên berê yên Yekitiya Sovyetê bike. Mixabin, di nava van welatan de hinek tevger hene ku naxwazin vegerin paşerojê, lê di heman demê de ji têkiliyên bi Amerîkayê re jî ditirsin. Ji ber ku baweriya wê bi aktîvkirina berjewendiya hevbeş nîne, nemaze ku Amerîka tenê li ser lawazkirina Rûsyayê li derdora xwe ya cografî, lêgerînê dike."

Lêkolînerê pispor ê têkiliyên navneteweyî Tariq Wehbê got tiştê ku li Kazakistanê qewimî ku welatê herî mezin ê derdora Rûsyayê ye, dihêle ku yek bêje ku Rûsya êdî ji derdor ve tê derbaskirin ji ber kêmbûna hebûna wê ya navneteweyî û têkçûna wê li Ukraynayê delîla herî mezin a vê yekê ye.

(hs)

ANHA