​​​​​​​Yekitiya Jinên Ermen qetilkirina jinan şermezar kir: Şerpê bişewitînin

Yekitiya Jinên Ermen, bi daxuyaniyekê qetilkirina jina Ermen Anûş Ebîtyan ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve û Jîna Emînî ji aliyê desthilatiya Îranê ve şermezar kir û bang li jinan kir ku têkoşîna xwe li hember zordestî û zilmê bilind bikin.

​​​​​​​Yekitiya Jinên Ermen qetilkirina jinan şermezar kir: Şerpê bişewitînin
22 îlon, 2022   19:39
HESEKÊ

Yekitiya Jinên Ermen, îro li parka rêber Ocalan a taxa Nasira ya Hesekê, bi daxuyaniyekê qetilkirina şervana Ermen Anûş Ebîtyan ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve û jina ciwan Jîna Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve li Tehranê, şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê hevseroketiya Yekitiya Jinên Ermen, Anahîd Qasabyan û Arbî Kespiryan ve hat xwendin.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de du sûcên qetilkirina du keçên ciwan Anûş Ebîtyan û Jîna Emînî şermezar kir.

Yekitiyê di daxuyaniyê de got: “Sûcê lîstina bi cenazeyê jinan ne yê yekê ye. Lîstina bi cenazeyên qurbanên şer, rêbazeke xwîndar e û li ser asta dewletan xwedî dîrok e.”

KIRYARÊN BÊ EXLAQÎ BERHEMÊN HIŞMENDIYA ÎNKARKIRINÊ NE

Di daxuyaniyê de yekitiyê diyar kir ku rêbaza îşkenceyê ya ku rêjîma Îranê dide meşandin û kiryarên dewleta Osmanî yên li dijî gelê Ermen, qirkirina jinên Ermen û kiryarên DAIŞ’ê li dijî keçên Êzîdî, Aşûrî û Kurd wek “Hevrîn Xelef”, tev berhema hişmendiya înkarkirinê ne ku kesek ji bilî xwe qebûl nake.

Her wiha destnîşan kir ku ev sûc û binpêkirin hemû pîvan û peymanên navneteweyî derbas kirine û azadiya jinan binpê kirine.

DIVÊ JIN TÊKOŞÎNÊ LI HEMBER ZORDESTIYÊ MEZIN BIKIN

Yekitiya Jinên Ermen di daxuyaniyê de bang li hemû jinan kir ku bibin yek û li hember zordestiyê têkoşînê mezin bikin. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û NY, rêxistinên jinan kir ku van sûcan belge bikin û sûcdarên wê li dadgehên navneteweyî darizînin.

Pitşî xwendina daxuyaniyê, beşdaran wek bertekek li hember sûcên qetilkirina jinan, şerp şewitandin.

 (mh) 

ANHA