Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê pêşbaziya kişikê li rojavayê Dêrazorê li dar xist

Bi dirûşma “Ciwan pêşengên niha û misogeriya pêşerojê ne”, Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê li rojavayê Dêrazorê, pêşbaziya kişikê (şatrancê) bi beşdariya 16 lîstikvanan, li dar xist.

Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê pêşbaziya kişikê li rojavayê Dêrazorê li dar xist
21 îlon, 2022   13:49
DÊRAZOR

Îro pêşbaziya kişikê bi rêveberiya Yekitiya Werzîşê ya Dêrazorê û beşdariya 16 lîstikvanan, li navenda Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarokê Mihêmîde yê rojavayê Dêrazorê, dest pê kir.

Lîstikvan li 8 koman hatin dabeşkirin ku di her komekê de 2 lîstikvan hene. Pêşbazî dê 7 rojan bidome, li dawiyê lîstikvanê serketî dê ji aliyê Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrazorê ve, were xelatkirin.

(mh)

ANHA