Li Minbicê 2 kesên ku gendelî dikirin, hatin girtin

​​​​​​​Li Minbicê 2 kesên ku di saziyên girêdayî QSD`ê de gendelî dikirin, hatin girtin.

Li Minbicê 2 kesên ku gendelî dikirin, hatin girtin
21 îlon, 2022   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kesên ku di nava saziyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê de gendeliyê dikin û deskeftiyên şoreşê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, tên girtin.

Li gorî çavkaniyên ji dadgehê, kesên bi navên “N.A.H” û “M.A.İ” yên ku di saziyên girêdayî QSD`ê de dizî kirine û bertîl girtine, hatin girtin.

Ev kesên ku li Minbicê belgeyên sexte çêkirine, ji ber ku zirar dane saziyên Rêveberiya Xweser û QSD’ê hatin binçavkirin. Piştî lêpirsînê ev kes şandin girtîgehê.

Dadgehê cezayê girtinê û cezayê pereyan li wan kesan birî.

ANAH