Rojnameyên erebî: Li dijî rewşa jiyanî ya xirab li Siwêdayê xwepêşdan hene

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa xwepêşandanên li Siwêdayê, aloziya Lîbyayê û rewşa Lubnanê kirin.

Rojnameyên erebî: Li dijî rewşa jiyanî ya xirab li Siwêdayê xwepêşdan hene
21 îlon, 2022   06:57
NAVENDA NÛÇEYAN

‛LI SIWÊDAYÊ XWEPÊŞANDANÊN JI BER REWŞA JIYANÎ, REJÎM HEMAN SOZAN DUBARE DIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat li ser rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Bi dehan xwepêşandêrên ji parêzgeha Siwêdayê duh di roja duyemîn de rêya Şam-Siwêdayê, nêzî bajarokê Hezim ê bakurê Siwêdayê û rêyên sereke yên li navarasta bajêr bi tekerên şewitî girtin. Ev xwepêşandan li dijî rewşa xizmetguzariyê û rewşa jiyanî ya xirab li herêmê, pêk hatin. Li bajarokê El Mezrea jî piştî şerekî di navbera eşîran de ku 2 ji ciwanên wan hatibûn girtin, aramî vegeriya herêmê.

Xwepêşandanên li Siwêdayê sibeha duşemê dest pê kiribûn. Ciwanekî ji gundê Hezim ku beşdarî xwepêşdanên dawîn bûye û navê Hemze li xwe kiriye, ji rojnameyê re got: “Xwepêşdandêr ji rewşa aborî û ewlehiyê ya xirab bi hêrs in, ji lew re rêyên sereke girtine.”

Hemze diyar kir ku li hemû welatên cîhanê hikumet û desthilat berpirsiyariya welatiyên xwe radikin, lê li Sûriyê vebijêrka welatiyan tenê xwepêşdanan in û wiha pê de çû: “Êdî xelk nema barên pêdiviyên jiyanê yên her roj zêde dibin û bihabûnê, radike. Hêzên rejîma Sûriyê hîna dest di xwepêşdanan de wernedaye, lê belê endamên xwecihî yên girêdayî hêzên Dîfa Wetenî roja duşemê amade bûn û agirê pê ketiye vemirandin da ku rêya vekin. Hin kesayetên civakî yên li Siwêdayê û li ser asta parêzgehê bang li xwepêşandêran kir ku xwe ragirin û dê di demeke nêz de pêdiviyan wana pêk bînin.”

‛HEFTER BANG LI LÎBYAYAN KIR KU LI HEMBER ÇÎNA SIYASÎ SERÎ HILDIN’

Li ser rewşa Lîbyayê rojnameya El Ereb wiha nivîsand: "Fermandarê Arêtşa Nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter bang li gelê Lîbya kir ku derkevin kolanan û li hember çîna siyasî ku bi bin ket serî hildin. Hefter da zanîn ku artêş amade ye piştgiriya hemû tevgeran bike. Li gel wê jî hate pirsîn ku gelo hêzên Lîbyayê dikarin serweriya milîsan li ser Terablus û herêma rojava bi dawî bikin.

Hefter duh di dema serdana bajarê Xat ê başûrê rojavayê welat kiriye de bang li hêzên sivîl ên Lîbyayê kir ku xwe komî ser hev bikin ku welat û rûmeta wî vegerînin. Ji ber welat ketiye nava destên siyasetmedarên li ser kursiyê şer dikin.

Hefter diyar kir ku ji bilî serhildan û şoreşa gel li hember rewşa krêt a li welat tu vebijêrk nemane."

‛LUBNAN: SÎNARYOYÊN LI SER MAFÊN HILBIJARTINA SEROKATIYÊ’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Bi nêzbûna mafê hilbijartina serokekî nû ji Lubnanê re, hîna dîmena siyasî ya hundirîn bê nîşaneyên pratîkî ne. Lê ev maf dê di dema xwe ya destûrê de pêk were ku 31’ê Cotmeha bê bi dawî bibe. Wê jî azar ji hemû sînaryoyên ku texmîn dikin îhtîmala valahiyeke serokatiyê li ser hemû îhtîmalên din girantir dikin, derxistin holê.

Lê der bare gotina k utu nîşane tune ne û kesê kilîta Meclisa Nûneran bi dest de ye anku Nebî Berî dê di demeke nêz de civîna hilbijartinê li dar bixe. Ji ber ku eşkere kir ku ew kilît naxe tevgerê heta li ser navekî li hev dikin.

Ji dîmenên parlamento û siyasî eşkere dibin ku Lubnan li hember şerekî serokatiyê ye, ji ber ku ne parlamenterên aliyên muxalif ne jî alîgir têrê nakin, anku 65 deng ji eslê 128’an tune ye ku bigihînin namzetekî ji bo serokatiyê."