ʹDi xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê de 5 kes hatin qetilkirinʹ

Li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên dewletê rojane êrişî xwepêşandanan dike, ku ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî têne lidarxistin. Hate ragihandin ku di van êrişan de 5 kes hatine qetilkirin.

ʹDi xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê de 5 kes hatin qetilkirinʹ
20 îlon, 2022   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Piştî ku jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Tehranê ji aliyê ʹʹPolîsên Exlaqêʹʹ yên Îranê ve hate qetilkirin, xwepêşandanên şermezarkirinê destpê kirin û dewam dikin.

Li gorî rêxistina mafên mirovan a Kurd Hengaw, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 5 jin hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên li ser Twitterê hatin parvekirin li bajarê Seqizê 2 kes, li Dîwandereyê 2 kes, li Dehgulanê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li gel van her sê bajaran û bajarên Mahabad, Bûkan, Ûrmiye, Sine, Kamyaran, Bicar, Qurwe Banen û gelek bajarên din, bi dehan kes birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan 75 kes birîndar bûn, hinek jî dibêjin nêzî 100 kes birîndar bûne.

Rayedarên Îranî li ser kuştin û birîndarkirina mirovan ti daxuyanî nedan.

Çalakiyên şermezarkirinê li bajarên Îranê jî belav bûn. Li Tehran û Meşedê, her wiha li zanîngehan çalakî pêk hatin û li dijî hikumetê dirûşm hatin qîrîn. Li navenda Tehranê roja Duşemê bi sedan kes daketin qadan, polîsan jî li dijî xwepêşandêran ço û gazên çavan dişewitînin bi kar anîn. Hate ragihandin ku gelek çalakger hatine destgîrkirin.