Pirtûkxaneya gerok vedigere kantona Hesekê

Çalakiya pirtûkxaneya gerok a ku banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dike, piştî 7 mehan, careke din vegeriya kantona Hesekê.

Pirtûkxaneya gerok vedigere kantona Hesekê
19 îlon, 2022   12:58
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li kantona Hesekê di çarçoveya kampanya ‘Werin Cenga Azadiyê’ de, piştî ku di nîvê sibatê de rawestiyabû, dîsa dest bi çalakiya pirtûkxaneya gerok kir ku banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dike.

Çalakî îro bi otobusa ku tê de pirtûk û parêznameyên rêber Abdullah Ocalan hene û bi wêne û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatiye xemilandin, li bajarê Hesekê dest pê kir û li bajarokê Sifeya yê li bakurê bajar rawestiya.

Di çalakiyê de ciwanan bal kişand ser pirtûkên rêber Abdullah Ocalan, armanca kampanyayê ji bo rêwiyan û ziyaretvanan û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan belav kirin.

Li gorî organîzatorên çalakiyê, tê payîn ku çalakî heta bigihêje hemû deverên kantona Hesekê, berdewam bike.

Çalakiya pirtûkxaneya gerok di nîvê meha Sibata îsal de, ji ber êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser girtîgeha pîşesazî ya li taxa Xiwêran ku 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê tê de bûn, navber dabû çalakiya xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan.

(hs)

ANHA