Li Rojhilat li dijî qetilkirina Jîna Amînî greva giştî dest pê kir

Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî qetilkirina jina ciwan a bi navê Jîna Amînî greva giştî dest pê kir.

Li Rojhilat li dijî qetilkirina Jîna Amînî greva giştî dest pê kir
19 îlon, 2022   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Beşek ji partî û rêxistinên sivîl, aktîvîstên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê bang li tevahiya gelê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê kiribû ku li dijî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî, greva giştî pêk were.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li gel şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî bang li tevahiya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kiribû ku roja duşemê (19’ê Îlonê) li dijî qetilkirina Jîna Emînî tev li greva giştî bibin.

Her wiha partiyên di nava ‘Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê’ de Rêxistina Kurdistanê ya Hizba Komînîst a Îranê-Komele û hinek partî û rêxistinên û aktîvîstên siyasî û civakî yên Rojhilatê Kurdistanê bang jî li welatiyên Kurd kiribû ku li djiî qetilkirina Jîna Emînî tev li greva giştî bibin.

Li ser banga partiyan li seranserê Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir.

Li gorî dîmenên li ser torên civakî derketine, li gelek bajarên Rohilatê Kurdistanê, Seqiz, Sine, Şino, Bukan û Baneyê greva giştî ya welatiyan dest pê kiriye.

Jina ciwan Jîna Emînî (22) ji aliyê polîsan ve hatibû destgîrkirn û îşkence lê hatibû kirin, piştî 3 rojan ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.