ʹDewleta Tirk û hêzên navneteweyî li pey şerê li Etiyopyayê neʹ

Pisporên kar û barên Afrîkayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û hêzên navneteweyî li pey ji nû ve destpêkirina şerê li Etiyopyayê ne û got ne dûr e balafirên bêmirov ên biçek di komkujiyên li Tîgrayê de bên dîtin.

ʹDewleta Tirk û hêzên navneteweyî li pey şerê li Etiyopyayê neʹ
19 îlon, 2022   07:21
QAHÎRE – MUHSIN EL MESRÎ

Ajansa Nûçeyan a Bloombergê li ser zimanê Vasîka Edmîslasî ku yek ji bijîşkên nexweşxaneya Eder Riveral e û 5 kuştî ji bo wê hatine veguhastin, diyar kir ku balafira bêmirov a biçek li paytexta herêma Tîgrayê Mîkîliyê êrişî herêmeke şêniyan kir.

Ev êrişa duyemîn e ku di vê hefteyê de pêk tê. Ya yekemîn di 26’ê Tebaxê de jî êrişeke hewayî li dijî pêşdibistana zarokan pêk anî, di encamê de gelek zarokan jiyana xwe ji dest da.

Eniya Rizgarkirina Gel a Tîgrayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew amade ye agirbestê pêk bîne, beşdarî xebatên siyasî yên di bin çavdêrya Yekitiya Afrîkayê de bibe, her wiha mercên ku berê danîbûn betal bike ku yek ji wan hikumeta Etiyopyayê mafê gelê Tîgrayê yê diyarkirina çarenûsa xwe nas bike.

Amerîka û Almanya piştgiriya vê ragihandinê kir lê ji aliyê hikumeta Etiyopyayê ve tu bersiv nehate dayîn.

Gelek raporên çapemeniyê behsa hevkariya dewleta Tirk di kuştina sivîlan li Etiyopyayê de kirin ku balafirên bêmirov ên biçek dide hikumeta Abî Ehmed.

Tevî ku ji hêla Enqere û Addîs Ababa ve tu daxuyaniyek fermî tune ye ku Addîs Ababa dronên Bayraktar ên Tirkiyê bi dest xistiye, lê gelek nîşan hene ku vê yekê piştrast dikin, belkî ya herî girîng jî şervanên Rizgariya Tigrayê be. Ji ber ku tê texmînkirin ev fuze ji aliyê Tirkiyê ve hatine çêkirin û di balafirên bêmirov ên ‘Bayraktar’ de tên bikaranîn.

Her wiha, çapemeniya herêma Tîgrayê destpêka îsal dewleta Tirk bi talankirin û kuştina şêniyên herêmê tawanbar kir û diyar kir ku balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk ji Cotmeha borî heta Çileyê ve 40 êrişên hewayî li dijî herêmê pêk anîne ku di encamê de nêzî 143 kes hatin kuştin û 213 ji şêniyên herêmê birîndar bûn.

Her wiha gelek pisporan destnîşan kir ku dewleta Tirk di şerê li Etiyopyayê de cihê xwe girtiye û di kuştina sivîlan bi rêya balafirên bêmirov ên biçek de hevkar e.

HEVKARIYA DEWLETA TIRK

Serokê Navenda El Nîl a lêkolînên afrîkî ya Qahîreyê Mihemed Îzedîn diyar kir ku rola dewleta Tirk di alozî û şerê li Etiyopyayê de berbiçav e.

Îzedîn ji ajansa me re wiha axivî: “Abî Ehmed sûd ji dewletên xwedî hêz ên li Qoça Afrîkî digire da ku zextê li hikumeta Tîgrayê bike, nexasim piştî pêşketina wê ya li ser hesabê Addîs Ebabayê."

Îzedîn wiha zêde kir: “Abî Ehmed ji bo parastina mayîna rejîmê, zexta dewletên derve ya li ser Tîgrayê bi kar anî. Ji nav van dewletan Tirkiyê û Rûsya û hin dewletên xwedî hêz ên li Qoça Afrîkî û xwedî berjewendiyên hevbeş bi rejîmê re ne. Ew jî heman dewlet in ên ku balafirên bêmirov ên biçek û çekên din ji rejîma Etiyopyayê.”

Îzedîn da zanîn ku vê aloziya dawî ya hikumeta Etiyopyayê bi wê armancê ye ku xwe îsbat bike da ku herêma Tîgrayê neçarî radestbûnê bike.

TAWANÊN MENTIQÎ

Her wiha lêkolînerê kar û barên Afrîkayê yê ji Misirê, Ramî Zihdî destnîşan kir ku tu carî bawerî bi agirbesteke di navbera hikumeta navendî ya Etiyopya û eniyên opozîsyonê de nabe û wiha domand: "Ji ber ku 2 sal in rejîm bi Eniya Rizgarkirinê ya Gel a Tîgrayê û hevkarên wê re di şer û pevçûnê de ye ku heta niha tu tiştên bihêlin bawrî pê were kirin, nekirine, bi ser de li dijî opozîsyonê tunekirin û paşguhkirineke siyasî, aborî û civakî da meşandin.ʹʹ

Zihdî her wiha got, têkçûna agirbestê pêşbînkirî bû, ji ber ku hertim nîşanên dawiya tiştan hene. Negengaz e ku opozîsyon dev ji çûna ber bi paytextê ve û karê leşkerî berde,

Zihdî anî ziman ku bikaranîna balafirên bêmirov ên biçek gelek caran êdî bû tiştek dermirovî. Tawanbarkirina Tirkiyê mantiqî ye ji ber ku piraniya belgeyan piştrast dikin ku balafirên bêmirov ên biçek ên ku di şerê Etiyopyayê de tên bikaranîn, tirkî ne.”

Ramî Zihdî diyar kir ku mijar bi diyalog û dan û standinê bi dawî nabe, ji ber ku heta niha niyeta herdu aliyan a pêkanîna wê yekê tune ye.

Zihdî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ne tenê Tirkiye piştgiriya hikumeta Abî Ehmed dike, her wiha hêzên derve û herêmî jî hene ku ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe siyasetên nerast li dijî gelan didin meşandin.”

 (mh)

ANHA