Li Seqiz û Sine şênî rejîma Îranê protesto kirin

Bi pêşengiya jinan bi hezaran kes li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê û li Seqizê tevî hişyariyên ewlehiyê li dijî qetilkirina Jîna Emînî daketin qadan û bi dirûşmên, “Jin, Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” û “Bimre dîktator” rejîma îslamî ya Îranê protesto kirin.

Li Seqiz û Sine şênî rejîma Îranê protesto kirin
17 îlon, 2022   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Jîna Emînî (Mehsa) ya ji bajarê Seqiz ya Rojhilatê Kurdistanê roja 15’ê Îlonê li Tehranê rastî êrîşa ‘Polîsên Exlaq’ yên rejîma îslamî ya Îranê hatibû û piştî rojekê ji ber îşkenceyê duh li nexweşxaneya Tehranê jiyana xwe ji destdabû.

Jîna Emînî îro li Seqizê ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmên, “Jin jiyan Azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bimre dîkdator” hatibû oxirkirin.

Ji ber protestoyên li bajêr belav bûn hêzên rejîmê gule li xwepêşandêran barand û di encamê de birîndar çêbûn.

Piştî Seqizê li Sine jî gel bi pêşengiya jinan rabûn ser piyan. Di xwepêşandanê de bê navber dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” hatin gotin.

KODAR, PJAK Û KJAR jî bi daxuyaniyan banga greva giştî li gelên Îranê û gelê Kurd kir û daxwaz kir piştgirî bidin daxwazên rewa yên jinên îranî. Her wiha di daxuyaniyan de hatibû gotin, eger nerazîbûn neyên nîşandan wê sûcên li dijî Şilêr Resûlî û Jîna Emînî hatine kirin, dubare bibin.

Biryare roja duşemê greva sertaserî li Rojhilatê Kurdistanê pêk were.