Komxebata Şêwirê ya Qamişlo bi dawî bû

Di Komxebata Şêwirê ya Qamişlo de hat destnîşankirin ku divê Sûriyeya pêşerojê dewleteke demokratîk a pirreng û nenavendî be. Her wiha hat diyarkirin ku doza kurd li Sûriyê dozeke nîştimanî ye û çareserkirina wê erkeke pêwîst a pêvajoya nîştimanî ya demokratîk e ku nabe rewşa trajedîk a gelê sûriyê beyî çareserkirin were paşguhkirin.

Komxebata Şêwirê ya Qamişlo bi dawî bû
17 îlon, 2022   15:38
QAMIŞLO

Piştî bidawîkirina niqaşên li ser girîngiya nenavendîbûnê ji bo pêşeroja sûriyê, beşdaran nêrînên xwe komî ser hev kirin û bi encamnameyekê komxebata xwe bi dawî kirin.

Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Canda Mihemed daxuyaniya komxebatê xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Nûnerên hêzên siyasî, civakî û çand, nûnerên civaka sivîl, kesayetên siyasî yên serbixwe ji piraniya herêmên Sûriyê bi vexwendnameya Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk li Qamişlo di 16 û 17'ê Îlonê hatin ba hev û pêwîstiya çaresriya siyasî û girîngiya nasnameya nîştimanî ya komker a Sûriyê û têgeha nenavendîbûna Sûriyê niqaş kirin.

ÇARESERIYA SIYASÎ

Beşdaran di vê beşê de destnîşan kir ku aloziya Sûriyê di aliyê leşkerî de çareser nabe. Tenê çareseriya siyasî aloziyê li gorî birayara Konseya Ewlehiyê ya NY a bi hejmar 2254 û bi rêya diyaloga yekser di navbera aliyên aloziyê de; rejîma Sûriyê û opozîsyona rastîn ku hêviyên sûriyan rave dike, pêkan e.

Her wiha beşdaran li ser girîngiya mîna van komxebatan teqez kirin ku armanc dikin hêzeke siyasî ava bibe û tev li xebatên siyasî bibe û dikare armancên sûriyan di guhertina demokratîk de pêk bîne.

DER BARÊ NASNAMEYA NÎŞTIMANÎ YA KOMKER DE

Beşdarên komxebatê, li hev kirin ku pergala sordest nehişt nasnameyeke komker a Sûriyê ava bibe. Her wiha li ser girîngiya avakirina nasnameyeke nîştimanî ya komker ku pirrengiya civakî û çandê rave dike û yekitiya nîştimanî disepîne, teqez kirin.

NENAVENDÎBÛN

Beşdaran li hev kir ku pêwîst e Sûriyeya Pêşerojê, dewleteke demokratîk a pirreng û nenavendî be. Nêrînên beşdaran têkildarî pênaseya nenavendîbûnê, cuda bûn. Lê destnîşan kirin ku dewleta xurt, pêwîstiya wê bi pergaleke nenavendî ya demokratîk a xurt heye ku nahêle zordestî û gendelî careke din belav bibe. Beşdaran gotin Rêveberiya Xweser modeleke hêjeyî nirxandin û pêşxistinê ye. Her wiha dikarin jê sûdê bigirin da ku li herêmên din ên Sûriyê pêk bînin. Beşdaran diyar kir ku ew azad in kijan cureya nenavendîbûnê ji xwe re pêk tînin ku li gorî vîna şêniyên her herêmekê be.

Her wiha beşdaran li hev kir ku doza kurd li Sûriyê dozeke nîştimanî ye û çareserkirina wê erkeke girîng a erkên pêvajoya nîştimanî ya demokratîk e ku nabe rewşa trajedîk a gelê Sûriyê bê çareserî li gorî biryarên NY`yê ya bi hejmara 2254 û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê, were paşguhkirin.

Di dawiyê de belgeyên ku di komxebatê de hatine pêşkêşkirin, hatin qebûlkirin. Di heman demê de teqezî bi pêwîstiya pêşxistina wê bi rêya fikr, nêrîn û pêşniyarên beşdaran hat kirin. Beşdaran li ser girîngiya berdewamkirina diyalogê û nîqaşê bi hemû hêz û kesayetên demoratîk re bê dûrxistin, teqez kir da ku di dawiyê de bingeheke xurt ji bo Sûriyeya pêşerojê were avakirin.

ANHA