Li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê palanên pêşwazîkirina 6 hezar xwendekarî

Saziya Perwerdehiyê ya kampên Serêkaniyê û Waşûkanê ji bo zêdekirina hejmara dibistanan plansazî amade kirine, ku bêhtirî 6 hezar xwendekarên koçber ên hersê qonaxên xwendinê pêşwazî bike. Endamê Komîteya Şopandinê diyar kir ku ji ber dagirkeriya Tirk gelek zehmetî li pêşiya xwendekaran derketin.

Li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê palanên pêşwazîkirina 6 hezar xwendekarî
17 îlon, 2022   06:04
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 18'ê Îlonê de an ku sibe sala perwerdeyê ya sala 20200/2023'an dest pê bike.

Di encama êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê ku di 2019’an de pê hatin, bêhtirî 68 hezar xwendekar ji xwendinê bêpar man û ji bo domandina xwendina xwe berê xwe dan bajarên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li bajarê Hesekê hatine vekirin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibistanek li kampa Waşûkanî û 2 dibistan li kampa Serêkaniyê vekirin û pêdiviyên wan ên sereke peyda kirin.

Li gorî Saziya Perwerdehiyê ya herdu kampan, hejmara xwendekarên hersê qonaxên xwendinê (seretayî, navîn, amadehî) yên kampa Waşûkanî 2 hezar û 900 û yên kampa Serêkaniyê 3 hezar û 200 e.

Di çarçoveya amadekariyên sala nû ya perwerdeyê de, rêveberên Saziya Perwerdehiyê ya herdu kampan dest bi amadekirina arşîvê û qeydkirina şagirtên qonaxa seretayî (refa yekemîn) û peydakirina pirtûkan ji zarokan re kirin.

Der barê zehmetiyên li pêşiya saziyê de , endamê Komîteya Şopandinê ya saziyê, Salih Hemîdî, da zanîn ku di aliyê hejmara polan (odeyan) de kêmasî heye.

Sîstema fêrkirinê ya kampan li gor (sîstema focan) e, ku hejmara saetên dewamê yên rojane yên qonaxa seretayî 2 saet û yên qonaxa navînî û amadehî 4 saet in.

Ji bo pêşwazîkirina hemû xwendekaran, Saziya Perwerdehiyê bi koordîneya Desteya Karûbarên Civakî û Desteya Perwerde û Fêrikirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, dibistaneke din li her kampekê amade dike, bi vê yekê hejmara dibistanan li herdu kampan dibe 6.

Herdu dibistan dê ji karavanên berê çêkirî werin avakirin, ku tê payîn di hefteyekê de amade bin.

Endamê Komîteya Şopandinê kampê destnîşan kir ku sedema van zehmetiyan dagirkeriya Tirk e ku di encama wê de ev xwendekar koçber bûn.

(mh)

ANHA