Festîvala Girê Spî ya Çand û Kultûrê bi dawî bû

Di roja dawîn a Festîvala Girê Spî ya Çand û Kultûrê de gelek berhemên gelêrî hatin pêşandan. Beşdarên festîvalê destnîşan kirin ku dewleta Tirk nikare nasname û koka wan a şax daye, tune bike.

Festîvala Girê Spî ya Çand û Kultûrê bi dawî bû
15 îlon, 2022   16:17
EYN ÎSA

Duh Festîvala Girê Spî ya Çand û Kultûrê bi dirûşma “Çanda me biryardariya me ya berxwedanê zêde dike”, li dar ket.

Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Girê Spî festîval li nêzî kampa koçberên Girê Spî li gundê Til El Simin li dar xist.

Duh di festîvalê de şowên hespên resen û hêştir hatin pêşandan.

Her wiha jinan, amûrên kevnar mîna destar, çêkirina nanê sacê, wêneyên jiyana rojane ya pêşiyan, rêbazên derxistina avê ji bîran, çêkirina tevnê pêşandan. Her wiha koma Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê û koma Moleya ya Navenda Çandê ya Reqayê stranên xwe gotin.

Di roja dawîn a festîvalê de, dîsa şowên hêştir, govenda koçeran, stran ji aliyê komên Reqa, Tebqa û Kobanê ve hatin pêşandan.

Der barê festîvalê de, koçberê ji kantona Girê Spî ku tev li festîvalê bûye Salih El Hecî got: “Ji bo ku çanda herêmê û reseniya gelê wê nîşan bidin em tev li festîvalê bûn.”

El Hecî wiha domand: “Em bi çanda xwe ve girêdayî ne. Ew beşek ji nasnameya me ya resen e. Ruxmî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ku bi rêya şerê taybet, tirkkirina herêmê hewl dide nasname û çanda me biçewisîne lê em dev ji çanda xwe bernadin.”

Di dawiya festîvalê de, beşdaran xelekên govendê li ber stranên herêmê gerandin.

(dm)

ANHA