Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîan armancên wan da.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehadeta endamekî xwe ragihand
13 îlon, 2022   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî şehadeta endamekî xwe daxuyaniyek da û tê de got :

“Endamê hêzên me yên Kantona Firatê Mehmûd Ebas roja yekşeme 11’ê Îlonê, dema erkê xwe yê parastina xak û gelê xwe pêk dianî, gihaşt asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye

Navê Şehîd: Mehmûd Ebas

Navê Bav: Timo

Navê Dayikê: Gewzî

Cih û dîroka tevlêbûnê: Şêxler 30-1-2016`an

Cih û dîroka Şehadetê: Kobanê 11-9-2022`an

Em di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sersaxiyê ji xwe û ji malbatê şehîd Mehmûd Ebas re dixwazin û em bi rêz û hurmet li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi rûmet ên ku canê xwe yê pak ji bo parastina malbat û gelê xwe feda kirine, bejna xwe ditewînin. Em teqez dikin ku em ê rêya şehîdan bişopînin heya ku ewlehî û aramî li hemû herêmên me yên Bakur Rojhilatê Sûriyê pêk were.”