Li Şêxmeqsûd a Helebê werşeya kar “Koçberî” li dar ket

Nivîsgeha Jinan a MSD`ê bi armanca nîqaşkirina cureyên koçberiyê û bandorên wê li ser jinan û malbatê werşeyeke kar bi navnîşan “Koçberî” li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Li Şêxmeqsûd a Helebê werşeya kar “Koçberî” li dar ket
13 îlon, 2022   14:15
HELEB

Di werşeya li hola civînan a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar ketiy de bi dehan endamên jin ên saziyên sivîl, komîn, çalakvanên siyasî, nûnerên partiyan beşdar bûn.

Di werşeyê de, endama Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Helebê Necla Hemze axivî û behsa pênaseya koçberiyê, sedem, cureyên wê û xetereyên wê kir.

Têkildarî koçberiya bi zorê, Necla Hemze got: “Ev koçberî di encama hêzeke derveyî vîna mirov û gelek şert û marcan de pêk tê di nav de şer û nakokiyên çekdarî, sûcên li dijî mirovahiyê, rewşa aborî, çewisandina azadiyan, karesatên xwezayî heye.”

Der barê xetereya wê de Necla Hemze ev nirxandin kir: “Yek ji koçberiya herî xetere li ser civakê, koçberiya aqilmendên wê ye. Ji ber pergalên desthilatdar, bala van kesan dikişînin û rê jê re vedikin ku li Ewropayê bixwînin û piştre wan dikin xizmeta dewleta ku lê koçber bûne. Bi vê yekê mirov ji azadiya cewherî dûr dikeve, siyaseta pişaftinê li ser wan tê meşandin bi şeklekî ku ji cewhera xwe dûr dikevin.”

BANDORA KOÇBERIYÊ LI SER JINAN

Di werşeyê de seroka MSD`ê şaxê Helebê Xalîde Ebdo balkişand ser bandorên koçberiyê li ser jinan û got: “Herî zêde di civakê de ev koçberî li jinan bandor dike bi taybet di aliyê civakî û derûnî de. Her wiha bandorê li malbatê dike ku malbat parçe dibe.”

BANDOLRÊN KOÇBERIYÊ LI SER ZAROKAN

Endama Nivîsgeha MSD`ê ya Helebê Cîhan Mihemed got: “Zarokên me çanda xwe ji bîr dikin û niha fêrî çandek û zimanekî biyanî dibin. Dewletan, mejiyan wan ji bo bîrkirina ziman û çanda xwe eyar kir. Di encamê de jin nikare zarokên xwe mezin bike.”

Girêdayî koçberiyê hundirîn, Cîhan Mihemed got: “Ev cure koçberî bi awayekî neyînî bandor li derûniya zarok dike, ji ber ku hemû cureyên çekan dîtin ku mala wan wêran kirin û li rex wê jî kuştin dîtin.”

Çalakvana serbixwe Cîhan Seman jî diyar kir ku hemû cureyên koçberiyê bandor li zarokan dikin.

Piştî bidawîbûna nîqaşan, endama Nivîsgeha Jinan a MSD`ê ya Helebê Necla Hemze ev yek destnîşan kir: “Heke em bixwazin civaka xwe biparêzin, divê girêdana me bi axa welêt xurttir be. Divê em bi nirx, rêgezên civakî, exlaqî û demokratîk ve girêdayî bin. Divê em welatê xwe ji êrişên hundirîn û derve biparêzin û yektiiya nîştimanî bisepînin.”

Di dawiyê de Necla Hemzê got: “Divê rewşenbîr, ciwan, dê û bav civakê hişyar bikin. Ji ber terka welêt, derfetê dide dijminan ku êrişî herêmê bikin. Divê em vegerin dîrokê û sûdê ji şaştiyan bigirin û şaştiyên heyî derbas bikin. Ji bo rêgirtina li pêşiya koçberiyê divê em rêgezên nîştimanî bisepînin. Mirovên xwedî kesayetên nîştimanî yên azad û ji lîstik û planan haydar in ava bikin.”

ANHA