Roja 20`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: Nameyên DAIŞ`iyan bi zimanê tirkî hatin dîtin

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li Kampa Holê dewam dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn nameyên çeteyên DAIŞ`ê ji malbatên xwe re bi zimanê tirkî nivîsîne dîtin, tê de tekez dikin ku dê di demeke nêz de vegerin Tirkiyê.

Roja 20`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê: Nameyên DAIŞ`iyan bi zimanê tirkî hatin dîtin
13 îlon, 2022   06:54
HESEKÊ

Di 25`ê Tebaxa borî de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê qonaxa duyemîn a Pêngava “Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê ragihand, ku xeternaktirîn kampên cîhanê ye.

Hêzên pêngavê saet di 05:00`ê berbangê de belav bûn û saet di 06:00`ê sibehê de dest bi operasyonên lêgerînê li kampê kirin.

Nûçegihana me ji Kampa Holê ragihand ku îro (sêşemê) Hêzên Ewlekariya Hundirîn nameyên çeteyên DAIŞ`ê ji malbatên xwe re bi zimanê tirkî nivîsîne dîtin, ku tê de tekez dikin ku vegera wan a Tirkiyê nêz e.

Operasyonên paqijkirin û lêgerînê li kampê hê jî berdewam in.

(cx)

ANHA