Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê di roja 29’an de didome

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek fedakarî di oxira jiyana azad û birûmet de kirin û got "Em ê bi hemû hêza xwe berxwedan û parastina herêmên xwe bikin."

Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê di roja 29’an de didome
9 îlon, 2022   11:52
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya li ber avahiya Komserîya Kar û Barên Penaberan a NY’yê ya li Qamişloyê dewam dike.

Çalakî ji aliyê HPC-Jin û Kongra Star ve ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û banga girtina qada hewayî ya herêmê di roja 29`an de dewam dike.

Di çalakiya roja 29‛an de, endamên HPC‛ê yên Til Hemîsê û bi dehan şêniyên Qamişloyê amade bûn.

Her wiha endamê rêveber ê HPC’ê yê Til Hemîsê Mecdel Cuma daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina malên welatiyan hat şermezarkirin û bang li rêxistinên hiqûqî û NY‛yê kir ku qada hewayî ya herêmê bigirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em bi saya fedakariyên şehîd û berxwedana hevrêyên me yên li girtîgehên Tirkiyê li ber xwe didin. Em ê bi hemû hêza xwe parastina xaka xwe bikin û me gelek fedakarî di oxira azadî û rûmetê de dan."

(fr)

ANHA